Baran Kendeş xwendekarê zankoyê yê beşa aboriyê sala yekemîn bû. Ji ber şerê ji mirinê reviyabû. Hatibû Başûrê Kurdistanê, li vir jî nikaribû debara jiyana xwe bike û berê xwe dabû Bakurê Kurdistanê.
Baran Kendeş li gel mamê xwe Evdo sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiribûn û çûbûn Bakurê Kurdistanê. Lê leşkerên Tirkiyeyê ew girtibûn û berê wan bi zorê dîsa dabûn Başûrê Kurdistanê. Leşkerên Tirkiyeyê gef li wan xwaribûn û gotibûn yan hunê vegerin yan jî hunê werin kuştin.
Ji neçarî mam û birazî vegeriya bûn, bi rêve Baran Kendeş, di ava Xabûrê de xeniqî bû û jiyana xwe ji dest dabû.
Baran Kendeş, biraziyê hunermend Baran Kendeş bû, bavê wî navê apê lê kiribûn. Hunermend Baran Kendeş jî di sala 2003 de li Kobanî koça dawî kiribû.