Serrûpel Nûçe Mislim: Pêwendiyeke birayane ligel Barzanî heye

Mislim: Pêwendiyeke birayane ligel Barzanî heye

Belav bike

Di beşa 4’emîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya El Heyat a Londonê de Salih Mûslim got ku ji aliyê leşkerî ve tenê Başûrê Kurdistanê hevkariya wan kiriye.

Mûslim Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şibande serokê efsanewî yê Afrîqa Başûr Nelson Mandella û got ku ”Piştî azadbûna Ocalan, karîgerî anku bandora wî ji ya Mandella zêdetir dibe.”

Salih Mûslim diyar kir ku azadûna Ocalan raste rast girêdayê çareseriya pirsa Kurd e li Bakûrê Kurdistanê û got ku dê Ocalan her azad bibe. Mûslim daxuyand ku Ocalan piştgiriya xwebirêvebirina Rojava dike û pêwendiyek ruhî û fikrî ya berpirsên Rojava ligel Ocalan de heye.

Hevserokê PYD’ê derbarê jiyana malbata xwe û şehîdbûna kurê xwe Şervan de jî got ku her çend şehîdbûna wî êş û azarek dabe jî ”lê baca bidestxistina mafê gelê Kurd e û her divê bê dayîn.” Mûslim diyar kir ku 3 kur û keçek wî heye.

Salih Mûslim got wexta vedigere Rojava gelek caran liser Başûrê Kurdistanê ve vedigere. Mûslim derbarê pêwendiya xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got: ”Bêguman pêwendiyek me yê birayane heye, rêz digrim. Mixabin jiber şert û mercan min nekarî Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî bibînim.” Bas