Serokê Parlamena Kurdistanê Yûsif Mihemed piştî vegera Silêmaniyê, li Nivîsîngeha Parlamenê ya li Silêmaniyê kongreyekê rojnamevanî saz kir û diyar kir ku hêzekê zêde li ser rêya Hewlêrê pêşiya wan girtiye û nehêliştiye ew herin Hewlêrê û karên parlamenê encam bidin.
Mihemed ev yek weke şêweyek din ê kodeta binav kir û diyar kir ku xelkê Kurdistanê ew paye û şer’iyet daye parlamenê lewma her çi awayî be dê karên xwe berdewam bikin û got: ”Rewşa Herêma Kurdistanê bi vî awayî rêbazê niha tê kirin çareser nabe.”
Mihemed diyar kir ku rewşa niha encama kombûna pirgirêkên dema borî ye jî û nebûna pare, çêbûna valatiya yasayî rê li ber vê yekê vekiriye.
Serokê Parlamenê got ku divê ji bo çareserkirina rewşê hemû kes hewl bide, hewla çareserkirina qeyrana darayî û rûbrûbûna şerê DAIŞ’ê bidin. Mihemed xwest ku pirsgirêka di navbera aliyan de jî bi giftugo bê çareserkirin.
Serokê Parlamena Kurdistanê Yûsif Mihemed daxwaz ji xwepêşandaran jî kir ku daxwazên xwe bi bikaranîna tundiyê neynin ziman. Bas