Di bûyerê de welatiyekî Awustralyayî jî jiyana xwe ji dest daye û birîndar jî hene.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ev nûçe piştrast kir.
Mustafa Ozçelik got: “Min têkilî bi Serokê Şaxê Amedê yê HAK-PARê Vasıf Kahraman re kir û derbarê rastiya nûçeyê de min agahî lê xwast û wan piştrast kir ku Serokê HAK-PARê Fehmî Demîr jiyana xwe ji dest daye.”
Peyamnêrê me yê li Amedê Maşallah Dekak jî beşdarî weşana zindî ya televizyona Rûdawê ya taybet bi hilbijartinên Tirkiyeyê bû û ev nûçe piştrast kir, ku Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr rastî bûyereke trafîkê bûye û jiyana xwe ji dest daye.
Peyamnêrê me da zanîn, li ser bûyerê tenê ev agahiyên destpêkê hene û agahiyên zêdetir hêj di ber dest de nînin. Rûdaw