Serrûpel Nûçe 2 alî – HDP û AKP tîne hember hev (vîdyo)

2 alî – HDP û AKP tîne hember hev (vîdyo)

Belav bike

– HDP û AKP, baweriya wan bi hev nemaye û êdî hev muxateb nabînin.

– Serokê Tirkiyê dibêje, êdî HDP ne muxatebê me ye. HDP jî , AKP bi sûcên giran tewanbar dike û hemû pirsgirêk û tevlîheviyan dixe stûyê wê.

– Pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurd kete sidûqekê û devê wê hate girtin.

– Bû mîna qunbileyekê kî veke wê pêde biteqe.

– Vaye AKP hikûmet bi serê xwe ava kir, û êdî bi tu rengî mineta HDP nake û bi tiştekî jî nehesîbîne.


VÎDYO


– Sedem çi ye, her ku çû HDP û AKP ji hev bi dûr ketin û rê li pêşiya hemû çareseriyan hate girtin? HDP şaşitiyeke dîrokî nekir, dema ku got ewê di hikûmeta AKP de cih negire.

– Parlamenterên HDP wê bikaribin piştî wendakirina 21 parlamenteran, çi di parlamentoyê de, çi jî li derveyî parlamentoyê, roleke sereke bilîze?

– Li bakurê Kurdistanê kî xwediyê Kurdan e? AKP ye, HDP ye, PKK ye, yan jî PDK ye? Kî dikare ji bo Kurdan çi bike?

Mêvan:

Adem Geverî: Parlamenterê HDP
Prof. Dr. Mazhar Bagli: Parlamenterê berê yê AKP û endamê Meclîsa birêvebir ya AKP

Pêşkêşkirin: Dilbixwîn Dara