Serrûpel Nûçe Ocalan: Barzanî serokê Kurdistanê ye! (VÎDYO)

Ocalan: Barzanî serokê Kurdistanê ye! (VÎDYO)

Belav bike

 

Endamê berê yê Konseya Serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îşev di buletna taybet a Rojavayê Kurdistanê a televizyona Rûdawê bû û li ser pirsa êrişkirina ser Ala Kurdistanê ji aliyê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve axivî.

 

Osman Ocalan bi tundî rexne li kesên ku êrişî Ala Kurdistanê kirine, girt û got, bi ti awayî bêrêzîkirin bi Ala Kurdistanê wek sembola neteweî ya kurdan nayê qebûlkirin.

 

Ocalan bi gotina wê yekê ku hemû kurdên niştimanperwer û welatparêz di aliyê Ala Kurdistanê û xwedîderketin li Ala Kurdistanê  de ne, bi pêwîst zanî ku hemû alî rêz li alê û hemû sembolên netewî yên kurd bigrin.

 

Ocalan herwiha got: “Gel nûneratiya xwe di serokatiya xwe û ala xwe de dibîne. Niha, Mam Celal Talebanî nexweş e. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî niha di girtîgehê de ye û hevalên wî biryar dane ku êdî ew nikare biryaran bide. Tenê Serok Barzanî di meydanê de maye û pêwîst e hemû kes rêz li Barzanî bigre jiber ku nûneratiya gelê kurd dike.”

 

Li ser daxuyaniya TEV-DEMê jî ku gotibû, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de dike, Osman Ocalan wiha got:

 

“Îradeya kurd di seroaktiya Barzanî de tê dîtin. Pêwîst bû Barzanî li ser vê yekê biaxive, berovajiyê wê, eger li ser bêrêziya li hember alê bêdeng ba, ew dê şaş ba. Ew ne destwerdan e, ew yek nerast e. Ew nerazîbûnek e ku aniye ziman.”

 

Ocalan herwiha got: “Ma Barzanî çi gotiye ku destwerdan be. Barzanî got, ku nabe bêrêzî bi Ala Kurdistanê bê kirin. Ew nayê qebûlkirin û karekî şaş û neniştimanî ye. Gelo ma ev destwerdan e an jî erk e?”

 


Ocalan behsa têkiliyên navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir û ragihand, PKK û PYD ne du tiştên cuda ne û hevdu timam dikin. PYD beşek ji PKKê ye, di navbera wan de pêwendiyên organîk hene. Hemû xebat li navenda PKKê  birêve diçin. Bi her navekî be, ku êdî çi nav li cîhanê jî nehiştine û li xwe kirine.

 

Endamê berê yê Konseya Serokatiya PKKê amaje bi wê çendê jî kir, ewê ku destwerdanê dike ne Barzanî, lê belê PKK ye, ku bi rêya baskên xwe destwerdan û destdirêjiyê di parçeyên din ên Kurdistanê dike û tekez kir, ku pêwîst e her parçeyekê Kurdistanê bi serbestî û li gor taybetmendiyên xwe xebatên xwe bimeşînin.

 

Osman Ocalan herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê rexne kir, ku wek pêwîst alîkariya tevgerên serbixwe yên parçeyên din ên Kurdistanê nekiriye.

 

Ocalan got: Ez rexne li PDKê dikim, ku wek pêwsît alîkariya parçeyên din nekiriye. Bi taybet ku serok Barznaî li ser beşên din hesas e.