Hevpeymaniya Îslamî: PKK terorîst e
Hevpeymaniya Îslamî ya li dijî terorê ku Siûdiyê serkêşiya wê dike navê rêxistinên terorîst eşkere kir, li gor hevpeymaniyê 14 rêxistin terorîst hene, PKK jî di nava wan de ye. Hevpeymanî dibêje, PKK rêxistineke markisîst-lenînîst û terorîst e. Di nava Hevpeymaniyê de Tirkiy jî heye, û çavdêr dibêjin Tirkiyê zext li hevpeymaniyê kiriye ku PKK bikeve lîsteya rêxistinên terorîst ya ku ji aliyê Hevpeymaniya Îslamî ya li dijî terorê hatiye ragihandin.
Barzanî ENKS pîroz kir û ji PYD aciz bû
Silaveke germ..
Wekî hemwelatiyekî Kurd gelek bi wê yekê dilxweşim ku kadîr û endam û alîgir û hezkirên we yên li Rojavayê Kurdistanê bi coş roja ala Kurdistanê bilind ragirtin. Cihê destxweşiyê ye ku ji bilî wan hewlên hinek aliyên bi nav Kurd ji bo rêgirtina bilind ragirtina alê, we nehişt ala Kurdistanê bikevê û bi bilindî ma û spasiya we dikim.
Reftarên wan aliyên li dijî Kurd cihê şermezariye û li rastiyê da dagîrkeran jî wan karan nekiriye, ewê ew aliyên derbarê ala Kurdistanê dikin û dawiyê de ji bo wan şermezarî û poşmanî dimîne.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.12.2015
Bavê Luqman serbest hate berdan
Endamê Polîtbîroya PDK-S Ebdulkerîm Mihemed (Bavê Luqman) ku ji aliyê asayîşa PYD ve ji ber rakirina ala Kurdistanê hatibû girtin, serbest hte berdan.
Asayîşa PYD serkirdeyê PDK-S Bavê Luqman girt
Asayîşa PYD êrîşî mala endamê polîtbîroya PDK-S Ebdulkerîm Mihemed (Bavê Luqman) kir û ew girt.Bavê Luqman bi sûcê pîrozkirina roja Ala Kurdistanê hate girtin. Weke tê zanîn PYD qedexe kir ku ala Kurdistanê di roja pîrozkirina xwe de were bilindkirin.
Karayilan Tirkiyê tehdîd kir
Berpirsyarê Komîteya Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan got, Peymana Lozanê ya ser bingehên înkarkirina Kurdan hatiye avakirin êdî ji holê radibe.
PYD nehîşt alîkarî bigihê Til Temir
Alîkariya ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve ji bo rojavayê Kurdistanê hatibû pêşkêşkirin û wê bi riya ENKS bihatiba belavkirin, ji aliyê asayîşa Til Temir ve hate qedexekirin ku ew alîkarî derbasî bajêr bibe û bigihê welatiyan.
Li gor malpera PDK-S, asayîşê bi her awahî rê li ber wê alîkariyê girtiye û nehîştiye ku kamyonên alîkariyê ji cih xwe bilivin.
Li aliyê din, serokê Mala Gel, ku ku ji aliyê PYD ve hatiye avakirin, gotiye divê Logoya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazîyê ji ser kamyonên alîkariyê were rakirin û lîsteya kesên ku wê alîkariyê wergirin ji bo wan were pêşkêşkirin û eşkere nebe ku ew alîkariyê ji aliyê Dezgeha Barzanî ve hatiye pêşkêşkirin.
Ciwan Haco klîpa Pêşmerge derxist (vîdyo)
Hunermendê Kurd Ciwan Haco, strana xwe ya bi navê Pêşmerge ku berê gotibû nû kir û kire vîdyo klîp.
Ciwan Haco ji Rûdawê re gotibû, Pêşmerge sembola kurd û Kurdistanê ne ji ber wê jî ez lazim dibînin bi hunera xwe xizmeta Pêşmerge bikim.
Ciwan Haco li ser berhema xwe ya nû ji Rûdawê re axivî û got, di cîhanê de her gel û milletek bi sembolên xwe tên nasîn, Pêşmerge jî îro bûye sembola kurd û Kurdistanê lewma ez lazim dibînin bi hunera xwe xizmeta Pêşmerge bikim.
Ciwan sala 1980 jî kasêtek bi navê "Pêşmerge" derxistibû, wî wêne û dîmenên klîpa "Pêşmerge" li bajarokê Şeqlawe, li ser çiyayê Sefîn her wiha li eniyên şer li devera Mexmûrê kişandiye.
FLAŞ – PYD êrîşî ala Kurdistanê kir
Asayişa Girkêlegê êrîşî merasîma bilindkirina mezintirîn Ala Kurdistanê kir
Çavkaniyekê ji bo Rûdawê ragihand, Asayişê bi 3 agirkûjan av li beşdarên merasîmê reşandin û rê neda beşdarên merasîmê Ala Kurdistanê bilind bikin
Çavkaniya Rûdawê li Girkêlegê got, niha hêzên Asayişê beşdarên merasîmê dorpêç kirine.
Biryar bû îro li Girkêlegê mezintirîn Ala Kurdistanê bihata bilindkirin û dirêjahiya alê 200 metre bû û li ser biryara ENKSê wê bihatiba bilindkirin
Çima Kurd naçin Şamê û bi Esed re nacivin?
- Pirsa Kurdên Sûriyê li kuderê tê çareserkirin? Li Enqerê, Qahîre, li Qeterê, li Riyadê? Yan jî li Şamê?
- Kurd ji kê mafê xwe dixwazin?
- Mafê Kurdan li cem kê ye?
- Madem Kurd beşekin ji Sûriyê, çima naçin bi Beşar Esed re rûnanin? Û mafê xwe naxwazin?
- Çima baweriya Kurdan bi rêjîma Sûriyê û Esed nayê?
- Esed Kurd dawetî Şamê kirin, ji bo ku bizanibe ka ew çi dixwazin, lê Kurd neçûn, cebheya opozîsyonê hilbijartin. Çima dawetnameya Esed red kirin?
- Esed çiqas samîmî ye? Dema ku behsa mafê Kurdan dike?
- Ew kesên ku dibêjin bila Kurd biçin Şamê û li wir mafê xwe bixwazin, baweriya wan çiqas bi Şamê heye?
- Esedê ku gelek dibêjin, ew li ber mirinê ye, tiştek di dest de nemaye, kesekî ku tiştek di dest de nemabe, wê çi bide?
- Hinek dibêjin xwezî Kurd biçûna Şamê û daxwaza mafê xwe ji Esed kiribana, û qedera xwe bi hêzên din ve girênedabana?
- Gelo Kurdan riya xwe şaş kirine, yan jî li ser riyeke rast in?
Imer Osê: Parlamenterê Sûriyê
Elî Îbrahîm: endamê komîteya navendî yê PDK-S