Pêşkêşkar: DILBIXWÎN DARA
Wergerandin û Dublaj: XALID CEMÎL MIHEMED
Hewlêr (Rûdaw)- Parlementerê Sûriyê Şerîf Şhade ragihand, li Almanyayê, bêhtir ji 10 milyon kurd hene, êdî bila Almanya serxwebûnê bide wan. Gelo Almanya vê yekê dipijirîne?.
Şerîf Şhade di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ragihand, Hêzên Parastina Kurdî, hin navçeyan bi rêkeftin ligel Hikûmeta Sûriyê birêve dibin û diparêzin.
Rûdaw: Te serdana Kurdistanê kiriye, em hêzvî dikin ev serdana te xweş û bi dilê te be û kêfa te ji Hewlêrê re hatibe.
Ez kêfxweş im ku ez li Kudistana Iraqê, ligel we bim, her bo min cihê şahiyê ye ku bibêjim: Gelê Kurd li Kurdistanê, gelekî baş, payebilind, dilpak û hişmend e. Ez li Kurdistanê geriyam û min dîmenên şaristaniyê lê dîtin, herwiha min dît ku canek heye dixwaze li vê herêmê bijî. Ez berdewamiya serkeftinê ji we re dixwazim û hûn di Iraqeke yekbûyî de hevgirtî bin.
Hemû kes gihiştine wê baweriyê ku çareya siyasî li Sûriyê bi dûrketina Esed ji desthilatê ye. Çima hûn vê yekê gotûbêj nakin?
Baş e. Li cîhanê tevî, kesekî biaqil nîn e ku naxwaze çi krîz bi awayên aştiyane çareser bibin, ji ber ku ew xwînê jidest nade, mirovan jidest nade, kîndariyê nahêle, di encamê de çare pêwîst e. Her di Şerên Cîhanî yên Yekem û Duyem de, çareya siyasî hebû. Îro behsa trajedyayekê dibe, ku li Sûriyê heye, ne Sûriyan ew dirust kir, lê ew êzingên wê bûn. Beşek jê Cîhana Rojava ew dirust kir, herwiha Siûdiye, Qeter û Tirkiyê beşekî din dirust kir, Israîlê jî beşekî din dirust kir. Ev rastî ne, di riyalîtê de, eşkere bûne. Ez ne remilbêjiyê dikim, ne jî behsa cîhana sawêran dikim.
Tu niha behsa Siûdiyê û Qeter dikî! Lê krîz ji 5 salan ve heye?
Diyar e lawazbûn di têgihiştina krîza Sûriyê de li cem we heye. Na! Krîz li Sûriyê bi hin daxwazên çaksaziyê destpê kir. Ev tiştekî rast e. Ez guman dikim cenabê serok Beşar Esed guhdan bi wan daxwazên çaksaziyê kir, ew jî dema ku destûr serast kir, dema qayil bû ku hemû giriftan çareser bike, dema derî ji opozisyonê re vekir, ji boyî ku danûstandinan pêk bîne. Lê hebûn yên ku rewş gurr dikirin û dixwestin ji herdu aliyan bikujin, ji Artêşa Erebî ya Sûrî û ji xwepêşanderan jî, ku wan daxwaza çaksaziyê dikir. Lê em sûrprayz bûn, ku me dît teqteqa gulleyan li Sûriyê tevî belav e, ji Qamişlê heta Derayê. Lê yê ku çaksaziyê dixwaze, ez guman dikim ranahêje çekan. Cenabê te behsa wê yekê dike ku Tirkiye niha destpê kiriye, ez hin zanyariyên taybet didime kenala we ku wezîrê derve yê Tirkiyê, di destpêka krîzê de, serdana Sûriyê kir û ji serokê Sûriyê xwest, her pêwîst e wezîrê derve di daxwaza xwe de biedeb be, wî ji serok Esed xwest, ew jî serokê dewleta Sûriyê ye, jê xwest ku hikûmeta sûrî pêkhateya Ixwan Elmuslimîn tevlî hikûmetê bike, wateya vê yekê ew e ku arasteya sekular û demokrat a Sûriyê biguherîne arastekeye olî ku Sûriye û gelê Sûriyê wê red dikin.
Bi rastî krîzê ji vê yekê destpê kir, ji ber ku Tirk projeya (Ixwanên Navçeyê), di hişê wan de dirust dikin.
Dema ku cenabê te behsa mijara dûrketina serok Esed ji desthilatê dike, dibe ku kesên din bawer bikin ku kêşe tenê bi dûrketina serok Esed ve girêdayî ye, lê ez ji te re dibêjim: Dema ku serok Esed dûr bikeve hingê kêşe destpê dike, ji ber ku ez, weke welatiyekî Ereb, bûyeran dişopînim, min dît, dema ku Qezafî ji desthilatê dûrket, her weke digotin: Ev daxwaza gelê Lîbyayê ye. Lê ew ne daxwaza gelê Lîbyayê bû. Qezafî dûr ket, me çi li Lîbyayê dît?! Du hikûmet, du artêş, DAIŞ, terorist derbas bûn, bêserûberî li navçeyê belav bû, çek di destên tevan de ne, êdî demokrasî biser neket! Tiştê seyr û pirsa girîng ew e ku çima demokrasî li Lîbyayê biser neket, bi dûrketina Qezafî?! Çima demokrasî li Tûnisê biser neket, tevî ku hilbijartinên parlementoyê û serokatiyê pêk hatin û kesên ku gihiştine desthilatê?
Ji ku pirsgirêk çareser bibe, çima Esed kursiyê desthilatê ji kesekî din re nahêle?
Sebaret bi min, eger ez pirsekê bikim, ku ez, weke welatiyekî sûrî, weke wezîrê derve, erkekî min hebe û ez herim, weke mînak, Amerîkayê û min got: Ez serok Obama naecibînim. Gelo ev ne riswakirin e ji gelê Amerîkayê re?! Dema Ewropa behsa Mubarek kir, dema ku di desthilatê de bû, ku ew rewa ye, lê dema Mubarek ji desthilatê dûr ket, digotin: Ew ne rewa ye.
Baweriya min bi wê yekê nayê ku serokek bê guhertin li gorî daxwaza Amerîka yan Fransayê. Baweriya min bi daxwaza gel tê.
Gelo li Sûriyê gel maye?
Dîmen ne weke ku ji cîhanê re, tê guhastin. Belê, gel heye. Ez vê yekê ji te re tekez dikim ku eger gel û artêş nebûna wê serok Esed nikarîba 5 salan şerê bihêztirîn artêşên cîhaê bikira. Terorîstên DAIŞê hene, her tu ji vê nevçeyê yî, tu dizanî ku DAIŞ hêzeke mezin e, Amerîkayê ew dirust kiriye û Siûdiyê ew bipere kiriye. Çawa serokek dikare 5 salan xwe bigire, eger gel yan artêş ligel wî nebin?!
Ez guman dikim ku riswakirin ji hemû Sûriyan re ye ku em bibêjin: Bila serok Esed bi daxwazeke Siûdî yan Qeterî here.
Bila destpêşxeriyek ji aliyê Esed ve hebe û bibêje: Meger ev pirsgirêk bi çûna min çareser dibe, ezê herim.
Ji min bawer bike, eger krîz bi çûna serok Esed ba, wê serok Esed çûba, lê bi çûna serok Esed wê krîz, ji pêşbîniya te, tundtir bibe.
Ez ji Sûriyê têm û ez dizanim ku projeyeke parçekirina Sûriyê heye. Wateya çûna serok Esed têkçûn û wêranbûna dezgeha leşkerî ye, parçekirin û dabeşkirina Sûriyê ye, derbasbûna Israîl û girtina herêma başûr e, herwiha derbasbûna Tirkiyê û girtina navçeya peravê ye, bi taybetî, di dema hebûna serok Esed de, em dibihîsin ku Tirkiye behsa girtina navçeyan Efîrînê heta sînorên Tirkiyê dike. Herwiha Israîl diaxive. Çûna serok Esed, ez weke medyakarekî, weke siyasetmedarekî, weke çavdêrekî bûyeran, vê yekê ji te re dibêjim, wate ji destpêka kêşeyê ve, ji destpêka krîzê ve, wate ji destpêka krîzê ve, li tevaya herêmê.
Gelo alternatîvek ji Esed re heye, ji bo ku dawî bi vê xwînrijiyê bê?
Tu ji min dipirsî: Çima hûn vê yekê guman dikin?! Em vê yekê guman nakin. Em axaftinên Kondalîza Rays dixwînin, em axaftinên Amerîkî û Îsraîliyan dixwînin. Ew dibêjin projeya (Rojhilata Navîn a Nû) heye. Em ne xeybê dixwînin, em riyalîtê dixwînin. Amerîkî, wezîrê derve yê Amerîkayê û berpirsê istixbaratên Fransayê dibêjin: Ev herêm nema vedigere weke berê, em diçin ji boyî nûkirina nexşeya herêmê. Ev parçekirin e.
Herwiha çima kêşe bi hebûna Esed ve girêdayî ye? Esed dibêje: Werin beşdariyê di hilbijartinan de bikin, bi serperiştiya hemû dewletên cîhanê û emê bibînin kî wê biser bikeve, meger baweriya me bi demokrasiyê heye.
Dewletên mezin Esed weke sedemê ji vê krîzê re dibînin.
Çima wiha dibêjin? Li Lîbyayê! Li Misrê! Li Tûnisê! Li Cezayir! Teror li hemû cîhanê tê livandin.Esed beşek ji çareyê ye. Ez vê yekê dibêjim, ne ji ber ku ez hez dikim yan hez nakim. Ez vê yekê dibêjim, ji ber ku ez dizanim çi ji herêmê re hatiye nexşekirin.
Çima Rojava dixwaze serokekî deyne û serokekî hilîne? Gelo ji mafên Sûriyan e ku bibêjin: Serokê Fransayê ne baş e, êdî divê Fransî wî biguherînin. Ez guman dikim.
Li gorî we, gelo alternatîvek ji Esed re heye?
Alternatîvekî ku cihê Esed bigire dixwazin, belê, alternatîvekî jê re dixwazin.
Na, na. Ew alternatîvekî li gorî çeşnê Rojava, dixwazin, ku peyrewê wan be, serê xwe ji wan re daxîne, bindestê wan be, êdî wê alternatîv baş be. Ma te alternatîvên ku di kursiyên desthilatê de, destnîşan kirine nedîtine? Weke mînak, Tûnis. Elmerzûqî serokê Tûnisê bû, di hilbijartinên azad de serkeftin bidest xist. Çima ji dema desthilata xwe bêhtir nema? Ji ber ku gelê Tûnisê biryar da ku ev serok bikêr nayê, ji ber ku Rojava, bi rêya hilbijartinên li dijî berjewendiya gelê Tûnisê, ew daniye. Çima ev sûrbûn û rijdî li ser çûna serok Esed heye? Ev e pirsa ku divê em bikin.
Rê bide min ku bi rastî û zelalî bibêjim: Çima rojekê ji rojan sûrbûn û rijdî li ser çûna serok Cemal Ebdulnasir hebû? Her çima sûrbûn li ser çûna Xumeynî hebû? Çima sûrbûn li ser çûna gelek serkirdeyan heye, ku ligel Rojava nakok in? Tu bawer dikî ku Rojava demokrasiyê dixwaze yan jî azadiyê ji gelê Sûriyê re dixwaze?
We hemû cîhan kirine dijminên xwe, wate, we dost ji xwe re nehiştin!
Dîmen li ser asta cîhanî hate guhertin. Terorê li her deverê da. Terorê li Fransayê da. Terorê li Brîtanyayê da. Li Spanyayê da. Ji min re dostên ku fermandariyê li gelê Sûriyê bikin, ji min re ne girîng in. Tiştê ji min re girîng, dostên ku bi gelê Sûriyê re bin weke gelê Sûriyê. Êmê sebaret bi me, Rûsya heye, weke zilhêzekê, Îran heye, dewletên BRÊKS (BRICS) hene. Gelek dostên me hene. Iraq heye. Hûn dostên me ne. Cezayir dost e. Tûnis jî heye. Rewşa dîmena Sûriyê tê guhertin. Berê di vê dîmenê de diyar dibû ku teror nîne, lê niha em bidînin çawa teror li her deverê ji cîhanê dide.
Ji bo ku ev welat ji vê krîzê derkeve, projeyeke we heye?
Projeya me heye. Danûstandina niştimanî li cem me heye. Kesê ku danûstandina niştimanî dixwaze bila fermo bike bê, tevî hêzên opozisyonê jî, em ne li dijî hêzên opozisyonê ne, em li dijî hêzên terorîst in, ku ji aliyê Dewletên Kendavê ve alîkariya wan dibe. Em li dijî Elqaîdeyê ne, em li dijî DAIŞê ne, em li dijî Cebhetul Nusreyê ne. Em li dijî Ceyşul Fetih in, ku Tirkiyê ew damerzrand. Lê opozisyona siyasî, bila bê, em ji danûstandineke siyasî re amade ne. Em amade ne ji boyî serastkirina destûrê, em ji her tiştî re amade ne, ku krîza Sûriyê çareser bike. Herwiha hilbijartinên serokatiyê, em li ber cîhanê tevî, jê re amade ne, tirsa me ji demokrasî û danûstandinê nîne.
Hêlên we yên sor, di danûstandinan de hene?
Hîç, ti hêla sor Ii cem me nîne, ji bilî hêlekê tenê, ew jî ew e, ku pêwîst e teror raweste. Çi kesê ku têkiliya wî bi terorê re hebe em têkiliyê ligel wî nakin. Çi kesê têkiliya wan ligel dewletên ku ziyan gihandine sûriyê, em têkiliyê ligel wan nakin. Lê rê ji tevan re heye ku vegerin, ji tevan re heye ku em danûstandinê bikin.
Heta beriya 2 rojan jî gotina hikûmeta sûrî hebû ku ew amade ne, ligel grûpên ku terorê red dikin danûstandinê bikin, ew grûpên mikur tên ku teror li dijî Sûriyê heye, êdî bila fermo bike danûstandinê.
Esed jî ne hêla sor e?
Derbarê Esed, tiştê ku gelê Sûriyê biryarê tê de bide, em tev dipijirînin. Dema gelê Sûriyê di hilbijartinan de bibêje ew serok Esed naxwazin, wê serok Esed ji desthilatê dûr bikeve. Dema gelê Sûriyê bibêje ew serok Esed dixwaze, wê bimîne.
Çawa hûn, di vê rewşê de, behsa hilbijartinan dikin?
Êdî çawa hûn, di vê rewşê de, behsa çûna serok Esed dikin. Dezgeha leşkerî di dest de ye, desthilat di dest de ye, ew miroveke, ku hemû hêz rêzê lê digirin. Çawa ez dipijirînim serok dûr bikeve û ez napijirînim hilbijartin pêk bên? Çawa em dixwazin serok dûr bikeve û rista dewletê jihev bikeve?
Ez guman dikim dijraberî di gotinê de heye. Dema teror raweste û Sûriye têkeve rewşeke xweş, ev yek jî tenê pêwîstiya wê bi girtina sînoran û rawestandina biperekirinê heye. Pêwîstiya mijara terorê bi girtina sînorê Tirkiyê heye, herwiha rawestandina biperekirina ji aliyê Siûdî û Qeterê ve tê, hingê emê bibînin ku hilbijartin dibin.
Desthilata we li ser 70 ji sedî ji Sûriyê nemaye!
Na, na. Zanyariyên li cem te ne rast in. DAIŞ li Iraqê heye, li Lîbyayê heye, li Misrê, li Sînayê, li hemû deveran heye. Lê dema hûn dibêjin 70 ji sedî ji zeviyê di destê DAIŞê de ye, ne wiha ye. Hemû parêzgehên sûrî, ji bilî Idlib û Reqayê, ligel hikûmeta sûrî ne, navenda parêzgehan.
Dema tu behsa zevî û biyabanên vala dikî, ew ne di destê DAIŞê de ne û ne jî DAIŞ dikare destê xwe deyne ser wan.
DAIŞ derewek e, Amerîkayê ew bipere kir û amade kir û ew li cîhanê belav kir. Ez bi rastî ji te re dibêjim: Rast e, hinek ji sînor di destê DAIŞ û Ceyş Elfetih û yên din de heye, lê kî piştgiriya van grûpan dike? Ez e pirsa ku divê em bikin. Kî piştgiriya DAIŞê li Iraqê dike. Pirsek e. Kî piştgiriya DAIŞê li Sûdanê dike? Kî piştgiriya DAIŞê li Lîbyayê dike?
Ez guman dikim ku babeta sînor bi plan bû, ew jî ew e ku sînor bêne girtin, ji boyî ku tirkî sînorê dirêj û hevgirtî yê di navbera xwe û Sûriyê de bigire, bi mebesta derbaskirina çekdaran. Tu jî dizanî rola Tirkiyê di Sûriyê de çawa ye. Tirk bi xwe jî behsa wê yekê dikin, ku roleke wan a nerênî di Sûriyê de heye û ew bi navê şoreşê piştgiriya terorê dikin.
Çi projeyên we ji bo çareseriya siyasî hene?
Tu dizanî ku krîza Sûriyê ketiye warê navdewletî. Îro rola rûsî, Amerîkî û rojavayî heye. Rûsyayê gelek çare pêşkêş kirin, ji wan jî pêkanîna danûstandinê di navbera opozisyona sûrî û hikûmeta Sûriyê de. Her wê bêhtir ji carekê pêşniyar kirin, Jenêv 1, Jenêv 2, Viyênna 1 û Viyênna 2. Hikûmeta sûrî jî pejirand ku hilbijartin pêk bên, lê ji me re sûrprayz bû ku Siûdiyê opozisyona çekdar a terorîst dicivîne û ligel wê jî hin hêzan dicivîne ji boyî ku bibêje: Ev opozisyon e. Kê ev erk sparytiye Siûdiyê ku bi rola civandina opozisyonê rabe?!
Li Viyênnayê hate ogtin ku pêwîst e Siûdiyê opzisyonê bicivîne, ne ku opozisyonê pêk bîne. Siûdiyê opozisyon pêk anî, ne ew civand. Êdî ev cudabûn e, di navbera civandina opozsiyonê û dirustkirina wê de.
Siûdiyê bêhtir ji 17 rêxistinên terorî yên ku li Encûmena Asayişa Navdewltî û Neteweyên Yekbûyî li wan hatyie mikurhatin. Ji wan Cebhet Elnusre, Ceyş Elfetih, Grûpa Elzinkî û yên din. Ez guman dikim Siûdiyê bi roleke nerênî radibe, di warê nebûna danûstandinê di navbera aliyên sûrî de.
Hûn ne amade ne, danûstandinê ligel van grûpan bikin?
Di çi rewşê de be, hikûmeta sûrî danûstandinê ligel wan nake. Tenê di rewşekê de, ku bi yekcarê çekan deynin û mikur bên ku ewê karê siyasî bikin. Lê em li wan mikur bên û hêj ew bi cilûbergên xwe yên terorî bin, ez guman dikim, ev yek, ti carê, pêk nayê. Bi taybetî, bi taybetî ku Rûsî di hevdîtina rûsî-Amerîkî de, Lavrov û Kêrrî, gotin: Pêwîst e grûpên terorî bêne diyarkirin û ev erk bi Urdinê hate spartin û ez guman dikim niha ew rêxistin hatine naskirin.
Danûstandin ligel Îtîlafê dikin?
Kî bixwaze ji Îtîlafê bê, kêşe nîn e. Lê bi mercê ku tundûtûjî û terorê red bike.
Dema pirs zelal bibin û ew terorê red bikin û li hebûna terorê mikur bên, kêşe nîn e.
Hûn dibêjin Îtîlaf alîkariya terorê dike. Ew jî dibêjin ew grûp ne treorîst in!
Çi kesê ku terorê red dike… Em li Jenêv 1 û Jenêv 2, ligel Îtîlafê ketin danûstandinê. Me danûstandin nerawestandiye. Me got: Di çi babeta danûstandinê de be, divê mijara terorê di serê lîsteyê de be. Ango, di nav me de, danasînek ji terorê re hebe. Piştre emê têkevin danûstandinan. Em ji danûstandinê natirsin, ji ber ku em dizanin projeyeke wan a niştimanî nîn e. Projeyeke wan a Kendavî heye.
Êdî em ji danûstandinê re amade ne. Ma şandeya sûrî li Jenêvê danûstandin ligel kê kir?! Ligel Îtîlafê. Naxwe bila Îtîlaf amade bibe. Lê bi ti awayî em rê nadin çi kesê teror ew kes kî be. Herwiha gelê Sûriyê jî vê yekê napijirîne.
Hûn li Konferansa Riyadê mikur nayên?
Na, bi yek carî. Na.
Lê ev Konferans di bin çavdêriya navdewletî de hate lidarxistin?
Siûdiyê, bi bêyî erêkirina dewletên mezin, herwiha bi bêyî erêkirina Neteweyên Yekbûyî, ev civîn lidar xist. Ka rola birêz Dî Mîstura, di vê civînê de? Min neteweyên Yekbûyî nedît! Min dît ku Siûdiyê ji vî re gotiye tu amade bibe û ji yê din re gotiye tu amade nebe. Derew li hin kesan jî kir û kesên ku ew dixwaze, amade kirin û bi pereyan hin hêzên qedexe amade kirin.
Çawa ti ji vê civînê dixwazî ku lojîkal û skyûlar be, ku grûpên çekdar tê de hene, ku cîhan li wan mikur hatiye ku ew terorîst in. Wek mînak, Ceyş Elfetih, Grûpa Festeqêm Kema Umirt, grûpa Elzinkî, Ceyş Elislam. Ev grûp hemû amade bûn. Tu ji min dixwazî ez ligel grûpên terorî, bi mikurhatina Neteweyên Yekbûyî, danûstandinê bikim. Ez guman dikim, tiştê ku Siûdiyê kiriye, bi yek carê, ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye, ne jî di berjewendiya opozisyonê de ye. Ev civîn ne di berjewendiya opozisyonê de ye. Ez guman dikim te ew danûstandin bihîst, ku di navbera opozisyona çekdar û ya ku bi opozisyona aştiyane tê binavkirin.. Bi her hawî, em amade ne, ligel opzisyona ku terorê red bike, têkevi danûstandinê, lê di bin navê opozisyona niştimanî de, ne opozisyona Siûdî.
Lê serokê Sûriyê Beşar Esed got: Em amade ne ligel şanda ku ji Konferansa Riyadê destnîşan bibe!
Danûstandin ligel kesên ku bi wê yekê re ne, ku danûstandin sûrî ye, ne ligel grûpên terorî. Min ji te re got: Me, li Jenêvê, danûstandin ligel opozisyonê kir û me pêkanîna danûstandinan qedexe nekir. Lê ez nikarim bibînim ku berpirsekî sûrî ligel Cund Elşam yan Elfetih yan ên din, bicive. Lê em amade ne, danûstandinê ligel opozisyona siyasî bikin.
Tê gotin ku desthilata we li ser Sûriyê nemaye. Hin ji aliyê Îranê ve, hin ji aliyê Hizbullaha Lubnanî ve, ji aliyê Rûsyayê ve tê birêvebirin. Ew alî Sûriyê birêve dibin!
Me gelekî ev gotin bihîstiye. Em ji tiştê ku tê gotin bêzar na bin, ji ber ku em dizanin ku yê Sûriyê birêve dibe, Sûrî ye û serok Esed jî xwediyê biryara pêşî û ya dawî ye. Herwiha alîkariya di navbera Sûriye û Îranê de û Sûriye û Hizbulla û Sûriye û Rûsyayê de, hîç nayê wateya peyrewiyê. Ev alîkariyeke rewa ye, li beramber terorê. Sûrî wê bimînin xwediyên biryara pêşî û ya dawiyê, di derbarê krîza Sûriyê de. Ti kêşe nîne ku gelek kesên ji Sûriyan hez dikin û gelek kesên ku şerê terorê dikin, bi me re alîkar bin. Lê ev gotina ku Sûriye ketiye bin daxwaz û bandora Rûsî yan Îranî, ne di cihê xwe de ne.
Eger Sûriyê li gorî daxwazên Rojava tevger bikira, nedigihişte vê rewşa ku ew tê de ye. Biryara sûrî biryareke serwer û serbixwe ye û bi yek carê nakeve bin serdestiya kesekî. Lê em ligel her kesê ku şerê terorê dike alîkar in û emê bimînin alîkar.
Lê yên ku li Sûriyê şer dikin, Hizbullaha Lubnanê ye, hêza leşkerî ya Rûsî ye, Pasdarên Îranî ne. Ew alî şerê leşkerî birêve dibin!
Di encama dawiyê de, aliyê ku şer dike, Artêşa Erebî ya Sûrî ye. Ji wan kesan bawer neke yên dibêjin Sûriye bi artêşên din şer dike. Erê em ligel Îranê alîkar in, em ligel Hizbullah alîkar in, em ligel Rûsyayê alîkar in û em ji vê yekê natirsin. Balefirên rûsî jî rojane, li hemû parêzgehên sûrî, grûpên terorîst bordûman dike. Em ji vê gotinê natirsin, lê belê em dixwazin ku Rûsya bêhtir van grûpên terorî bordûman bike. Li hin deverên Sûriyê jî, ne li Sûriyê tevî, em ligel Hizbullah alîkar in.
Çima hûn alîkariya Hizbullah, Îran û Rûsyayê dixwazin?
Pirseke baş e, pirseke baş e. Bihêle ez bîrokeya xwe biserî bikim, piştre ezê berdivê bidim. Pireseke baş e.
Sûriye, li hin navçeyan, ligel Hizbullah alîkar e, ji wan jî Zebedanî û navçeyên sînorî ligel Lubnanê, ji ber ku grûpên terorî hêzên xwe li wan navçeyan belav kirine. Şarezayên îranî jî li Sûriyê hene, ev şarea jî li hin navçeyan kar dikin.
Ez dixwazim pirsekê bikim: Çima ji Sûriyê re, ku ew şerê bêhtir ji 100 regezî, li ser zeviya xwe dike, gunahe ku dost jê re hebin?! Lê ji van grûpên terorî û piştgirên wê re, ne gunah e ku bêne Sûriyê.
Ji mafê xelkên Sûriyê ye, hêza ku ji wan re pêwîst be, ji xwe re bixwazin, ew jî ji boyî têkbirina van terorîstan.
Em ji pêwendiyên xwe fedî nakin, lê belê emê pêwendiyên xwe xurtir bikin. Her eger hêzên Finlendî yan Bolgarî ya Almanî yan Fransî hebin, dixwazin şerê terorê bikin, em xêrhatinê bi wan dikin, bi mercê ku hevahengiyê ligel hikûmeta sûrî bikin. Kêşe nîn e. Kesê ku şerê kufr, teror û paşketinê bike, naxwe ew civakeke pêşketî ye û pêwîst e em rêzgirtinê jê re bikin. Em ji ber pêwendiyên xwe fedî nakin.
Tu dikarî bi kêfa xwe li Sûriyê bigerî?
Helbet ez bi serbestî digerim. Bêguman li hin deveran, ku grûpên terorî tê de hene, kesek nikare tê de bigere, ev jî tiştekî asayî ye. Lê tu dizanî, rewş li Şam, Heleb û Himsê, ne weke ku tê gotin ku hemû kuştin û teror e. Rast e li hin deveran şer û pevçûn hene, lê li hin navçeyan jiyan bi awayekî asayî birêve diçe. Lê hin grûpên terorî hene, dema hest dikin ku kesek derbasî navçeyên wan dibe wî dikujin, yan jî me dê bikarîba bigeriyana.
Sûriye çawa li Qonaxa Veguhêz dinere?
Çawa (Qonaxa Veguhêz)?! Ez zaravê (Qonaxa Veguhêz) dibihîsim! Ew çi di vê (Qonaxa Veguhêz) de dixwazin?! Hate gotin ku hikûmeteke Yekîtiya Niştimanî wê pêk bê. Hemû Sûrî wê tê de alîkar bin. Wê ji hemû aliyan pêk bê. Ji opozisyon û alîgiran, kêşe di vê yekê e nîn e.
Lê (Qonaxa Veguhêz) weke amadebûnekê ji boyî dûrketina Esed, ev weke amadekirinekê ye ji boyî wêraniyeke mezin ji Herêmê re. Ez sûr im û dizanim çi dibêjim û ne berevaniyê di ber kesekî de dikim. Eger ew guman dikin (Qonaxa Veguhêz) çûna Esed li xwe digire, êdî wêranî ji herêmê re ye. Wêranî ji herêmê re ye.
Hûn Qonaxa Veguhêz qebûl nakin?
Na. (Qonaxa Veguhêz) di bîreweriya me de nîn e. Kî dixwaze tiştekî wiha li ser me bisepîne.
Hûn danûstandinê qebûl nakin?
Em danûstandinê dipejirînin ku di navbera opozisyon û hikûmetê de pêk bê, di encamê de , ev danûstandin me bigihîne çaksaziyan. Ji van çaksaziyan, weke mînak, serastkirina destûrê, pêkanîna hilbijartinan di demekê de ku hemû sazanê li ser bikin, piştre em encamên hilbijartinan bipijirînin. Çi tiştê ku em û opozisyon biryarê tê de bidin, divê têkve ber referandoma gelêrî. Kîjan opozisyon be.
Hûn dixwazin danûstandinê ligel kîjan opozisyonê bikin?
Ez naxwazim opozisyonekê li gorî daxwaza xwe bînim ya li gorî xwesteka xwe.
Opozisyon li gorî we kî ne?
Opozisyona siyasî ya ne di bin hin bandoran de be, bila bê. Bi wateya ku opozisyona leşkeî nîn e.
Gelo bi rastî ew opozisyona ku di hişê we de, heye? Ew kî ne?
Weke ku me got, opozisyona hundirû heye, li hundirû. Dibe ku Heyet Eltensîq be.
Lê tê gotin ku Heyet Eltensîq bi destê we hatiye dirustkirin?
Em, weke ku tê gotin, dudil ma ne. Eger em bibêjin opozisyona hundir hûn dibêjin: Dirustkirineke sûrî ye, eger em bibêjin opozisyona derve, dîsa jî dibêjin: Dirustkirineke sûrî ye. Na. Rê bide min.
Hûn amade ne, danûstandinê ligel kê bikin?
Çi opozisyona ku tundrewiyê red dike.
Biraderê min ê hêja! Gelo te bi danûstandina di navbera hikûmeta sûrî û opozisyonê de nebihîstiyî?! Erê, Îtîlaf. Bila Komela (QEMIH) a Heysem Mennai bê, bila Heyet Eltensîq bê. Projeya opozisyonekê di bîreweriya me de nîn e. Lê bi awayê ku terorê red bike, bi awayê ku destêxistina derve red bike.
Heyet Eltensîq tê, kêşe nîn e. Komela (QEMIH) tê, kêşe nîn e. Îtîlaf tê kêşe nîne. Kêşe nîn e. Berê jî me danûstandina ligel wan kiriye. Hêj em dixwazin danûstandinê ligel wan bikin, lê li ser binemaya redkirina terorê, êdî piştre rêdan ji her tiştî re heye.
Weke min ji te re got, çima Rojava nahêle her tiştê ku em li ser lihev dikin, ji gel re pêşkêş bibe. Bila her tiştê ku em li ser lihev dikin, bila pêşkêşî gel bibe. Kîşe çi ye? Referandom li ser destûrê heye, referandom li ser hilbijartinan heye?
Çawa referandûm pêk tê di demekê de ku şer heye? Gelo Sûriye amade ye here referandûmê?
Helbet, na, na. Çawa tê hilbijartinan birêve bibî, di demekê de ku teror li hin navçeyan didî?! Em dibêjin pêwîst e em tev li ser derxistina terorîstan lihev bikin, piştre em hilbijartinan pêk bînin, em ji hilbijartinan natirsin. Gelo tu guman dikî em ji hilbijartinan ditirsin? Yan jî tu guman dikî ku serok Esed ditirse?!
Dîsa gel wê bixwaze Esed bibe serokê Sûriyê?
Emê ji gel bipirsin, eger ew serok Esed hilbijêre emê rêzgirtinê ji nerîna gel re bigirin. Eger ew serok Esed nehilbijêre, dîsa jî emê rêzgirtinê jê re bikin. Êdî biryar ji gel re ye. Bi yek carê em bi gel re nakevine nakokiyê. Di encama dawiyê de jî, gel serokekî ji xwe re dixwaze, ji boyî karûbarên welêt birêve bibe. Êdî eger serok biser bikeve, ka kêşe li kûderê ye?!
Eger Esed biser neket qebûl dike ji desthilatê dûr bikeve?
Dipijirîne, dipijirîne û ew bi xwe li ser vê yekê axift.
Esed amade ye?
Got, got: Dema ku gelê Sûriyê nexwaze ez serokê wî bim, ezê ji desthilatê dûr bikevim. Wiha ji bêhtir ji 5 kenalên televizyonî re got, ku hevdîtin ligel wî pêk anîne.
Li gorî çavdêran, Sûriye parçe bûye. Gelo Sûriyeya yekbûyî maye?
Eger tu li ser parçekirinê bi wateya wê ya cografî diaxivî, ev mijar li cem Sûriya nîn e. Lê eger tu li ser parçekirina di bin siya gûpên terorî de diaxivî, ev wê here. Belge jî li ser axaftina min ew e ku hin grûpên terorî, hin caran, li navçeyên Himsê, ku digotin ez navçe bûne Wîlayeteke Islamî, lê dema ku Artêşa Sûrî derbas bû, Wilayet û yên ligel wê çûn. Ev xalek.
Li Sûriyê tayifîtî nîn e. Ev xaleke gelekî girîng e. Ezê ji te re vê yekê tekez bikim.
Derbarê tiştê ku li Sûriyê dibe, têgihîştineke şaş heye. Heta vê kêlîkê, Sûriya qonaxa tayifîtiyê nedîtiye û nabîne. Belge jî li ser gotina min ew e ku degehên dewletê bibînî, hemû tayife û rêbaz di wan de hene, Elewî, Sunnî, Durzî, Xiristyanî, Ereb, Kurd, Turkmen hene. Ev xalek.
Xala duyem, parçebûna Sûriyê di hişê gelê Sûriyê de nîn e, bi yek carê. Her eger parçebûn hebûya, wê parçe bûba. Lê ege tu ji min re bibêjî: Hin navçe hene, di bin kontrola grûpên terorî de ne. Ezê ji te re bibêjim: Erê.
Ji boyî ku ez bi te re rastir bim, ez dibêjim: Grûpên terorî, serjêkirinê, ne li ser nasnameyê pêk tînin, grûpên terorîst bibê nasname serjêkirinê dikin.
Kesê Sunnî beriya yê Elewî serjê bikin. Wan serbazê artêşê serjê kir, beriya ku kesê sivîl serjê bikin. Ez ji te re tekez dikim ku tayifîtî nîn e, ku Artêşa Sûrî, ji hemû tayîfeyên sûrî li xwe digire. Kurd jî tê de hene. Çerkes jî tê de hene. Ermen jî tê de hene. Tevan berevanî di ber yekîtiya Sûriyê de kirin. Hîç kesekî berevanî di ber parçekirina Sûriyê de nekiriye.
Tu di wê baweriyê de yî ku êdî Sûriye yekbûyî ma?
Sed ji sedî. Her di çi rewşê de be jî, em rê nadin parçekirina Sûriyê.
Sûriye, hikûmeta Sûriyê, Beşar Esed amade ne pirsa federasyonê ligel kurdan gotûbêj bikin?
Ez nikarim berdevkek bim, bi navê serok biaxivim. Ne jî bi navê Hikûmeta Sûriyê. Lê weke welatiyekî sûrî û endamê parlementoyê, ez ji te re dibêjim: Kurd sûrî ne. Weke sûriyên din jî mafê wan heye. Her weke Sûriyên din jî erkên wan hene. Lê mijara cudabûnê, ez guman dikim ku kesekî sûrî nîne vê yekê bipijirîne. Sedema wê jî ew e ku eger em deriyê cudabûnê ji kurdan re vekin, emê ji Turkmenan re vekin, emê ji Çerkesan re vekin, emê ji vê mezhebê û ya din re vekin.
Lê kurd ji sedî 12 heta 15 ji pêkhateya Sûrî pêk tînin.
Eger tu dixwazî berê xwe bidî pirsa neteweyan, emê deriyekî li hemû herêma erebî vekin. Her tê deriyek li Ewropayê jî vekî. Li Almanyayê, weke mînak, bêhtir ji 10 milyon kurd heye, êdî bila Almanya serxwebûnê bide wan. Gelo Almanya vê yekê dipijirîne?
Hûn amade ne çi mafî bidin Kurdan?
Weke hemû mafên ku digihêjin hemû sûriyan. Ez weke welatiyekî sûrî û weke parlementerekî, eşkere ji te re û li ser akrana we dibêjim: Pêwîst e hikûmeta sûrî hemû mafên biraderên me yên kurd bide wan û wan deyne ber hemû erkên ku ji wan têne xwestin. Pêwîst e em li vê yekê mikur bên.
Wê mafên Kurdan di destûrê de, heman mafên Ereban be?
Di destûra sûrî de hemû mafên kurdan hene.
Tu dikarî ji destûra sûrî gotinekê tenê bidî min ku wiha be. Weke mînak, (Ne ji mafê kesekî kurd e ku bibe serokomar) Lê Şîşeklî serokomar bû.
Lê dibistaneke kurdî li Sûriyê nîn e, herwiha mersûmê 49an cîbicî bû, Zinara Erebî pêk hat, kurdên Sûriyê bê nasname man!
Yekem, yekem, dibe ku me kêmasî di derheqê kurdan de kiribe. Dibe, weke hikûmetên sûrî, yek li dû yekê, me kêmasî kiribe. Lê serok Esed, di vê krîzê de, maf da 103 hezar kurdî ku regeznameya sûrî werbigirin. Ev xalek.
Xala din, niha li zanîngehekê beşekî taybet bi Zimanê Kurdî heye, xwendkar dikarin lîsansê jê werbigirin, ku di hemû herêma Erebî de weke wê nîn e.
Ya sêyem ew e ku, di parlementoya sûrî de hin sûriyên kurd hene, wek mamoste Umer Osê. Ew jî serokê Komîteya Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdî ya Aştbûnê ye. Ez guman dikim ku hemû Sûriye vî mirovî, di babeta destpêşxeriyên niştimanî de, nas dikin.
Ya din ew e ku kurd hemû nerît û cejnên xwe pêk tînin. Beriya çend rojan ez li ahengeke biraderên kurd li Hola Opêrayê amade bûm, li festîvalekê ku mamoste Umer Osê lidar xistibû. Êdî hemû mafên xwe dibin.
Hûn amade ne çi mafên siyasî bidine kurdan?
Kurd dikarin, hemû mafên xwe yên siyasî birêve bibin. Kurdek tenê jî li Sûriyê ji endamîtiya ti partiyê nehatiye qedexekirin. Rê bide min ez ji te re bihejmêr im: Di dilovaniya xwedê de be, Şêxê mezin Elbûtî, Merwan Şêxo, Mihemed Elî Eleyûbî ku endamê Qiyadeya Qutrî bû, gelek kurd hene.
Bi dehan kurd di zindanên Sûriyê de man. Hûn amade ne çi mafan bi kurdên Sûriyê re gotûbêj bikin?
Pirsa girtîgehan, kurd û ereb jî tê de hene. Elewî û xrîyanî jî tê de hene. Sunî hene. Babeta girtîgehan li ser tevan tê gotin. Pêwîst e em mikur bên ku hin nakokiyên siyasî dibin, ku bi sedema wan mirov zindanî bibin. Ne tenê li ser kesê kurd. Ez ji te re dibêjim: Di Heyet Eltensîq de kesên elewî hebûn di zindanê de. Xrîstyan û yên din jî hebûn.
Sebaret bi nêzîkbûna ji rêjîmê, weke tu dibêjî, Şêx Bûtî ne nêzîkî rêjîmê bû. Navborî helwesta xwe da. Ez nêzîkî Hafiz Esed bû, hingê krîz nebû. Eger nêzîkî Hafiz Esed bû, ev nayê wê wateyê ku nêzîkî rêjîmê be. Dibe ku dostekî wî yê taybet be.
Bi tevayî, rewşa Kkurdan li Sûriyê baş e. Dibe kêmasiyeke me hebe ku beşekî ji wan regezname wernegirtin. Lê îro regeznameyên xwe wergirtin û jiyana xwe birêve dibin. Lê mijara parçekirinê û em herin her navçeyekê û bibêjin li vê navçeyê kurd hene emê parçe bikin û ya din jî Turkmen, ez guman dikim, kesek vê yekê napijirîne.
Helwesta hikûmeta Sûriyê ji rêveberiya herêmên kurdî çi ye?
Kêşe nîn e. Kêşe nîn e.
Helwesta hikûmeta Sûriyê li hember Kantonên ku PYD ava kirine çi ye?
Niha em di rewşeke bêserûberiyê de ne, em di rewşa şer de ne. Di rewşa şer de hin tiştên rewşên awarte dibin, ji boyî birêvebirina navçeyan, baştir e ji wê yekê ku DAIŞ tê de cih bigire.
Asayî ye ku rêveberiyeke xweser hebe, karûbarên aborî û bazirganiyê û yên din birêve bibe.
Hûn li dijî wan dernakevin?
Niha ti kes vê babetê red nake. Karûbarê xelkê hene, divê birêve herin. Lê eger hin kes dibînin ku ev parçebûn e, lê ez dibêjim: Ev ne parçebûn e.
Li herêmên kurdî hêzeke leşkerî bi navê YPG û YPJ ava bûye. Patrolê difiroşin û bacan datînin, xelkê dibine leşkeriyê. Helwesta Hikûmeta Sûriyê li hember van tişan çi ye?
Kî bi van karan radibe?!
Gelo hayê we jê nîn e?
Belê, em dizanin. Lê bihêle ez ji te re bibêjim. Niha ev navçe têne birêvebirin ji bo parastina wan ji DAIŞê. Li Iraqê jî ev yek heye.
Sûriye li ser vê yekê agahdar e? Wate, ew alîkariyê dike?
Helbet bi hevahengî ligel hikûmetê dibe.
Asayî ye ku em alkariya her rêxistinekê li dijî DAIŞê bikin. Ev rêxistin hin navçeyên kurdan diparêze. Ev rêxistin daxwaza cudabûnê nake. Ew niha rêveberiya xweser dike. Asayî ye ku rêveberiya xweser bike, ku ew berevaniyê di ber van navçeyan de dike, ku xelkên kurd lê hene.
Lê mijara parçekirinê babeteke din e. Tu niha dipejirînî ku hin hevpeymanên te navçeyên xwe, bi awayekî xweserî birêve bibin. Lê bi yek carê, wateya vê ne parçekirina Sûriyê ye.
Rêdan bi bîrokeya parçekirina Sûriyê nayê dan. Eger em vê yekê ji boyî kurdan bipijirînin, divê em ji Turkmenan û yên din re jî bipijirînin. Ev yek qedexe ye.
Hûn hêza leşkerî dişînin herêmên kurdî? Hûn di vî warî de alîkariya kurdan dikin?
Helbet li hemû navçeyan. Li hemû navçeyên ku Artêşa Sûrî, dikare, alîkariya grûpên piştgirên Artêşa Sûrî bike, em artêşê dişînin. Babeta Kobanî cuda bû. Tevî vê yekê jî, di hin qonaxan de, hevahengî ligel Artêşa Sûrî hebû.
Her navçeyek ji zeviyên Sûriyê dibe ku Artêşa Erebî ya Sûrî bigihêje wan deveran, wê alîkariya xelkê bike, ku DAIŞê red dikin û şerê DAIŞê dikin. Di nav de jî hêzên parastinê yên kurdî. Lê bi mercê ku kesek guman neke ku ev derfeta parçekirinê ye, bi yek carê.
Sûriye ne cihê parçekirinê ye û rêdan ji vê yekê re nîn e. Herwiha Sûriye şer kir ji boyî ku biryara wê serbixwe be û ew yekbûyî be.
Gelo bi rastî Sûriye parçe nebûye?
Na na, na.
Hizirkirin di babeta parçekirina Sûriyê de hîç nîn e. Ne ji aliyê hikûmetê ve, ne ji aliyê gel ve.
Hûn vê yekê ji kurdan re qebûl nakin. Kurd herêma xwe ji Sûriyê parçe bikin, lê di nava federasyonekê de?
Na na. Tu niha behsa wê yekê dikî, ku kurd li aliyekî ne, DAIŞ li aliyekî û Nusreyê li aliyekî û yên din jî wiha. Bi wateya ku piştre ezê parçeyeke zevî bidime DAIŞê û bidime Nusreyê. Ev babet qedexe ye.
Niha şerek heye. Helwest bîstik bi bîstik têne guhertin
Doh Artêşa Erebî ya Sûrî navçeyek li Xûteyê kontrol kir, li balefirgeha Merc Elsultan, bi DAIŞ, Nusre û yên din re bû, gelo ev tê wê wateyê ku bi DAIŞê re ye.
Qedexe ye. Parçekirin nabe.
Di mijara parastina kurdî de, ew hin navçeyan diparêzin. Hêzên Parastina Kurdî, hin navçeyan bi rêkeftin ligel hikûmeta sûrî û ew van navçeyan birêve dibin. Hikûmeta sûrî hin navçe, ji rêveber û karmendên xwe, vala kirin…
Na na ne radestkirin. Lê vekişîn hebû, piştre bi rêkeftin ligel hikûmeta sûrî, Hêzên Parastina Kurdî hatin, bi mebesta ku rewş vegere weke berê, piştî bidawîbûna şer û pevçûnan.
Ev jî nayê wê wateyê ku eger kurd bixwazin ew di hilbijartina nûnerên xwe de azad bin, ji boyî parlementoyê, ji boyî şaredariyan û tiştên din, ev yek negihêje wan.
Lê babeta ku parçeyek ji zeviya Sûriyê cuda bibe, ev nabe.
Hûn Kurdistna Sûriyê qebûl nakin?
Na na. Em behsa rewşa Sûriyê dikin. Sûriyeke yekbûyî. Parçekirin ji boyî ti tayifeyê nabe.
Hûn qebûl nakin ku parçeyek ji Sûriyê bi navê Kurdistana Sûriyê ye yan jî Kurdistana Rojava weke ku nav lê dikin?
Na. Helbet na. Di zeviyên Sûriyê de? Ev zeviyên Sûriyê ne, ew jî gelê Sûriyê ye. Yê kurd, sûrî ye, beriya ku ew kurd be.
Hayê we ji dahata patrolê ya Rojavayê Kurdistanê heye, ku petrol ji wê derê derdikeve?
Babeta petrola ku heye, hemû cîhanê behsa wê kiriye. Herwiha wêneyên wê bi rêya heyvên destçêkirî li cîhanê tevî belav bûn, ku beşekî mezin ji vê patrolê bi qaçaxî diçe Tirkiyê, ez guman dikim, li gorî hin çavkaniyên rûsî, ku hemû bûyer romalkirine, ev patrol bi rêya DAIŞê tê dizîn û tê guhastin bo Tirkiyê. Hemû dizanin ku DAIŞ, bi awayekî eşkere, bazirganiyê ligel rêjîma Tirkiyê dike.
Lê derbarê ku Sûriye, li navçeyên ku ew kontrol dike û ew petrola wê ye, ji mafê wê ye vê petrolê bîne navçeyên ku ew dixwaze.
Mebesta min herêma Cizîrê, ya Rimêlan e, ku di bin destên kurdan de ye?
Belê. Ev petrola Sûriyê ye. Ji mafê Sûriyê ye sûdê jê werbigire.
Lê tiştê ku bi rêya DAIŞê tê qaçaxkirin û ji DAIŞê digihêje Tirkiyê, êdî ev patrola diziyê ye. Lê hemû navçeyên di bin kontrola Sûriyê û alîgirên Sûriyê de û hikûmeta sûrî wê dibe, ev ji mafê Sûriyê ye. Ev petrola hikûmeta Sûriyê û gelê Sûriyê ye.
Lê dema ji vê patrolê tê dizîn û tê hinardin bo Tirkiyê ev dizî û qaçax e.
Beşek ji pereyên ku têne Rojavayê Kurdistanê, ji Kantonan re, digihêje Hikûmeta Sûriyê?
Min ji te re got: Hemû navçeyên di bin kontrola hikûmeta sûrî de, hikûmeta sûrî û gelê sûrî tiştê ku dixwazin tê de dikin. Li Hesekê genim heye, pîşesazî hene. Ev ji mafê Sûriyê ye, ji mafê hikûmeta sûrî ye.
Lê yê ku patrolê didize û difiroşe Tirkiyê, divê bizanibe ku ev petrol ya diziyê ye û tê qaçaxkirin.
Li Himsê hin navçe hene, patrol lê heye, hikûmeta sûrî wê petrolê dibe û difiroşe gelê Sûriyê, ev ji mafê wê ye. Patrol jî di zeviya Sûriyê de ye, hema tişt jî li herêma rojhilat dibe.