Serrûpel Nûçe Bankera Kurd Narîn Nadirova (hevpeyvên)

Bankera Kurd Narîn Nadirova (hevpeyvên)

Belav bike

 

Bankeger û fînansgera kurd a serkeftî Narîn Nadirova ji Alma Ataya paytexta Qazaxistanê bi van gotinan bang li rêveberiya Herêma Kurdistana Federal dike ku ew amade ye di her warî de di warê hîmdarî û geşedana bankageriyê de ked û emega xwe serf bike.

 

Bankagereka serkeftî, kariyereke geş

 

Narîna Kinyazê Hemîd ango Narîn Nadirova 20 sal in ku li bajarê Alma Atayê karê fînans û bankegeriyê dike. Narîn Nadirova piştî xilaskirina ûnîversîteyê dest bi kar kiriye û heta niha bi awayeke gelekî serkeftî karê xwe berdewam dike.

 

Narîn Nadirova, xwendina xwe li du ûnîversîteyan kiriye. Yek jê Unîversîteya Neteweyî ya Qazaxan (Kazakh National University) e. Di vê zanîngehê de şeş salan di Beşê Biyolojiyê de xwendiye. Xwendina xwe ya din jî çar salan li Beşê Fînans û Bankegeriyê ya Akademiya Aboriyê de kiriye.

 

Nadirova li ‘Home Credit Bank Czech Republicê’ di dereceyeke bilind de kar dike ku ev banke li Dewleta Çekiyayê bankayeke navdar e. Bankaya navborî li gelek welatên dinyayê heye û şax vedaye. Ev bankeyeke gelekî navdar e û tenê li Qazaxistanê bêhtirî pênç hezar xebatkarên wê hene. Narîn Xanim li seranserê dewleta Qazaxistanê wekî Cîgira Serkarê Giştî û Endama Şêwra Rêveberiya Giştî ya vê bankê kar dike. Narîn Nadirova li seranserê dinyayê, li bajarên wekî Viyana, Stenbol, Prag, London û gelek deverên din, derbarê bankegeriyê de staj dîtiye û hema bibêje mehê çend caran li gelek deverên dinyayê beşdarî gelek çalakî, seminer û konferansan dibe.

 

Dayîkeka kurdewar

 

Narîn li Abovyanê hatiye dinyayê ku bajarekî nêzîkî Yêrevana Paytexta Ermenîstanê ye. Ew bi Bariyê Nadirê Kerem (Nadirov) re zewiciye. Sê zarokên wan hene: Arif, Viyan û Nadir –ku navê kalkê wî Nadir Nadirov lê kirine- Hewce nake ku ez di vê nivîsarê de behsa akademîsyen û profesorê navdarê kurd Nadir Nadirov bikim ku qazax û rûs nasnavê ‘Bavê Petrol û Gazê’, Fransiyan jî navê ‘Mareşalê Petrol û Gazê’ lê kirine. Nadir Nadirov ango Nadirê Keremê Hecî Nadir, di petrol û gaz, enerjiya bayê, enerjiya rojê û enerjiya avê de xwediyê 200 patentên zanyariyê ye. Arifê neviyê wî ku kurê Narînê ye, di riya kalikê xwe de dimeşe û endezyar û zanyarekî ciwan ê petrol û gaze ye. Narînê bûka Nadir Nadîrov û keça rewşenbîrê navdar Kinyazê Hemîd e ku bi salan e Serokatiya Yekitiya Kurdên Ermenistanê dike.

 

Ez bixwe li mala wan bûme şahid ku ev xanima şîrhelal a miletê xwe, di mala xwe de dayîkeke çiqas  nazik, dilovan û kurdewar e. Ji bilî kurdî/kurmanciyeke gelekî xweş û rewan, ew bi zimanên îngilîzî, rûsî, qazaxî, tirkî û ermenkî jî gelekî baş dizane. Lê dikarim bi serfirazî bibêjim ku zimanê xeberdanê di nava mala wê de her kurdî ye.

 

Narînê hingî di karê xwe de serkeftî ye, gelek caran ne tenê çapemenî û medyaya Qazaxistanê; her wiha medya û çapemeniya Rûsya, Ewropa û dinyayê jî di warê bankagerî, fînans, serkeftin û krîzên aborî de serî li fikir û ramanên wê didin. Kovara navdar a ekonomiyê Forbes yek ji wan kovaran bû cih dabû fikir û nêrînên wê. Wê di gotûbêja versiyona Rûsî ya Forbesê de behsa kirîza aborî li Qazaxistanê kiribû. Ji bo xwendina gotûbêjê: http://m.forbes.kz/article/86133

 

Nadirova cara dawî ji bo xebata bankeya xwe tevî şandeke girîng li bajarê Ho Chi Mihna Vîetnamê bû, ji wir hate Stenbolê. Ew vê gavê li Herêma Kurdistana Federal e û wê ji vir ji bo karê bankeya xwe here Swîsreyê.

 

Me li Hewlêra Kurdistana Federe çend pirs arasteyî Narîn Nadirovayê kirin, wê jî bersivand…

 

***

 

Cara yekem, bi ser de jî di serdema Newrozê de te serdana Kurdistanê kir. Wekî kurdeka bi hezaran kilometre ji Kurdistanê dûr, bi vê serdanê re hest û ramanên çawa bi te re çêbûn?

 

Bi rastî ez hê jî bawer nakim ez li Kurdistanê me. Bi salan e dê-bavê me, kal û pîrên me behsa hesreta welat ji me re dikirin. Dema behs dikirin hêsirên çavan dibarandin, kilam û stranan li ser kul û kesera welat digotin. Me jî guhdariya wan dikir, me zanibû dûrbûna wan a ji welat hesret, kul û kesereke çawa ye, lê bi hatina xwe re ez niha baştir dizanim mesele çi ye. Ez niha baştir fêhm dikim wan çima wisa dikirin. Min bi kurê xwe re serdana welat kiriye, ew ji min jî bêhtir kêfxweştir e û dibêje; ‘Gava ez vegerim Alma Atayê, ezê bi tenê bi kurê xwe re bi kurdî biaxivim!’

 

Helbet haya min ji vê hesreta kurdên Qefqasyayê û Sovyeta berê heye û dizanim ku ew çiqasî dilsozê Kurdistanê ne. Ev mesele bila bimîne ji sohbeteke din re, lê ez dixwazim tu behsa daxwaza xwe ya ji bo xebata bankagerî û fînansgeriya Kurdistanê bikî. Karê te li Qazaxistanê pir baş e, tu li bankayeke pir mezin serkara 5 hezar kesan î, qezanca te jî bi têra xwe baş e. Çima tu hewqas dixwazî xizmeta Kurdistanê bikî? Bi ser de tu li Ermenistanê çêbûyî û li Qazaxistanê mezin bûyî…

 

Rast e! Li Ermenistanê hatime dinyayê, li Qazaxistanê mezin bûme û ev 30 sal in li wir dijîm, lê kal-bavên min ji welat in. Ji welatê Serhedê, bajarê Wanê ne. Mirov çiqas ji welatê xwe dûr be, hewqas jî hesreta mirov zêde dibe. Em niha pênç hezar kilometre ji Kurdistanê dûr in, lê bawer bike dilê me ji bo Kurdistanê lê dide, mejiyê me li ser Kurdistanê ye. Welatê me avadan dibe, geşedan dibe. Xwedê bibêje erê ez jî li gorî hêz û qeweta xwe dixwazim di warê xebata xwe de xizmeta vê avadaniyê bikim…

 

Helbet gava mirov 20 salan di nav karê finansê de be, wê ji rewşa ekonomî, bankegerî û fînansa dinyayê jî haydar be. Her ku diçe dinya globalize dibe. Globalîzm gelek caran bi xwe re krîzên aboriyê tîne. Gelo li gorî fikir û ramanên we rewşa dinyayê derbarê vê mijarê de ber bi ku ve diçe? Bi giştî hemû dinya, bi taybetî jî rewşa Rûsya û Qazaxistanê çawa dinirxînî?  

 

Helbet rewşa aboriya dinyayê, ne wekî 5-6 sal beriya niha ye. Şerê Daîşê û daketina bihayê petrolê bi her awayî bandora xwe li aboriya dinyayê dike. Bo nimûne welatê ku ez lê dijîm, yanî Qazaxistan yek ji wan welatan e. Mesela li Qazaxistanê, ji ber daketina bihayê petrolê di nava du salan de du caran develuasyon çêbû. Develuasyon ew krîz e ku perê welatekî li beramberî dolarê kêm bibe. Lê ji ber ku sîstema bankeyan li Qazaxistanê baş e û di bin sîwana ‘Basel 1-2-3’ de jî hatiye pejirandin, baweriya însanan bi bankeyan heye. Dewlet bi xwe jî foneke taybet daniye û ev fon pereyên hemwelatiyan garantî dike. Li Rûsyayê jî rewş wiha ye.

 

Lê bi qasî ku tu dişopînî rewşa fînans û bankeyan li Kurdistanê di çi astê de ye û divê çi bê kirin?

 

Tevî ku Kurdistan serxwebûna xwe îlan nekiriye, hê jî girêdahiyê Îraqê ye û sîstemeke federal heye, dîsa jî rewşa heyî zêde ne xirab e. Ez bawer im di rewşeke serbixwe de, wê Kurdistan ji gelek welatên cînar di vê meselê de pêşketîtir be û bibe nimûneyeke geş li Rojhilata Navîn, Asya, Qefqasya û Balkanan. Bi baweriya min serxwebûn ne dûr e. Lewre jî divê hikûmeta federal a Kurdistanê û rayedarên ji aboriyê berpirs ji niha ve li ser ve babetê kar bikin…

 

Divê hikûmet çi bike? 

 

Helbet îro li Kurdistanê hikûmeteke serkeftî heye ku ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve hatiye pejirandin. Lê li gorî baweriya min divê hikûmeta Kurdistana Federal di qanûn û zagonan de hinek çaksaziyan bike da ku baweriya hemwelatiyan bi sîstema bankageriyê were. Çimkî bi qasî dibînim milet perê xwe naxe bankeyan û li mala xwe di bin ‘balgîv û dewşekan de’ diparêze. Kengê ev sîstem rûnişt, hingê aboriya Kurdistanê jî wê bi awayeke pozîtîf bi pêş bikeve.

 

Tu bi xwe jî diyar dikî ku heke hikûmet rê veke dixwazî wekî kurdeka ku bav û kalên wê 80 sal beriya niha ji serheda Bakur derbasî Qefqasyayê bûne, di vî warî de xizmetê ji Kurdistanê re bikî. Her wiha li ser karê fînans û bankegeriyê projeke te jî heye. Çi ye ev proje, divê hikûmet riyeke çawa veke ku tu vî karî pêk bînî?

 

Ez bawer im hem li Kurdistanê, hem jî li derveyî welat bi dehan kes hene ku dixwazin vî karî li Kurdistanê bikin. Di vir de rola hikûmeta federal derdikeve pêş ku di warê bûrokratîk de rê veke û bihêle kesên pisporê vî karî dest bi amadekariyan bikin. Ez bixwe Kurdistana Federal bi sanş dibînim ku xwediya du siyasetmedarên serkeftî ye ku ew jî serokê birêz Mesûd Barzanî û serokwezîrê birêz Nêçîrvan Barzanî ne. Heke rêveberiya aboriya Kurdistanê derfet û mecalê bide ez bixwe dikarim bi ekîbeke serkeftî li welatê xwe karê bankagerî û finansê bi rêve bibim. Lê di rewşeke wiha de divê garantiya hikûmetê hebe. Bi her awayî pêkanîna karekî wiha gelekî girîng e û bêyî erêkirina hikûmetê pêk nayê. Ez bawer im û hêvîdar im ku bi riya vê gotûbêjê ev mesaja me bigihîje serkar û rayedarên Kurdistana Federal. Çimkî her çiqas armanca me serkeftina tîcarî jî be, bawer bike armanceke me ya ne kêmî wê jî, hezkirin û eşqa xizmetkirina welatê me bixwe ye.

 

Bi hêvî me ku ev kar bi encam bibe…

 

Spas, zehf razî me!

 
SALİHÊ KEVİRBİRÎ – Rûdaw