FLAŞ – Zahid Birîfkanî hate kuştin (vîdyo)
Kemanjenê Kurd Zahid Birîfkan bi kêran li bajarê Duhokê hate kuştin, ew di mala xwe de kuştî hate dîtin. Polîs îro agahdar bûn ku di mala wî de termî wî kuştî heye. Dema ku polîsan xwe gihandin mala wî, dîtin ku termê Zahid Birîfkanî ye.
Li gor zanyariyan, berî 3 rojan ew hatibû kuştin, lê îro pê hesiyan.
ew kurê şaîr Memdûh Birîfkanî bû, û demekê li Swêdê jiya bû û xwediyê gelek berhemên hunerî bû, her wiha nivîskar bû jî.
e-Mailên di navbera Barzanî û Clinton de eşkere bûn
Zêdetirî 30 hezar e-mailên Wezîra berê ya Derve ya Amerîka Hillary Clinton hatine eşkerekirin. Di nav wan e-mailan de, ku di navbera Clinton û karmendên Wezareta Derve de hatine şandin, behsa Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Baranî jî hatiye kirin.
ENKS federasyoneke çawa dixwaze (vîdyo)
ENKS federasyoneke çawa dixwaze? Çima tevlî Federaliya Rojava - Bakurê Sûriyê nabe ku berî çend rojan li rojavayê Kurdistanê li Rimêlnê hate ragihandin.
Karayilan mesaja Newrozê da (vîdyo)
Serkirdeyê PKK û fermandarê giştî yê gerîla Murat Karayilan mesaja Newrozê da (vîdyo)
Komkara Erebî îtîrafê bi Federaliya PYD nake
Komkara Erebî, di derbarê ragihandina federasyonê de ku ji aliyê Tev Dem, PYD û hêzên nêzîkî wan ve li rojavayê Kurdistanê li Rimêlamê hate ragihandin, Komkara Erebî li dij derket û got ew federasyon Sûriyê perçe dike.
Elûş: Hikûmet naxwaze kirîz çareser bibe
Nûnerê hêzên çekdar di şanda opozîsyona Sûriyê li Cinêvê Mihemed Elûş, ku di heman demê de fermandarê Ceyş El Îslam e, got eger ku hikûmeta Sûriyê di danûstandinan de, ji bo çareserkirina krîza welêt de cidî ba, şandek ji wezareta derve nedişand Cinêvê, wê fermandarên eskerî şandiba.
Serokwezîr peyama Yekîtiya gelê Kurd da
“Ez cejna Nwrozê li gelê kurd û hemû wan gelên ku Newrozê pîroz dikin bi taybet gelên Îranê, pîroz dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bibe cejna aştî û aramiyê ji bo seranserî devera me.
Barzanî peyama Newrozê da
Bi navê xwedayê mezin û dilovan... Hemwelatiyên xweşdiviyê Kurdistanê
KCK teqîna Stenbolê şermezar kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî teqîna li Stenbolê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KCK’ê got: “Li gor nûçeyên çapemeniyê û daxuyaniya walîtiya Stenbolê li nêzî Qeymeqamtiya Beyoglû û polîsên Hêzên Çewîk teqînek pêk hatiye. Tevî em nasnameyên miriyan nizanin jî meqamên fermî dan xuyakirin ku çalakvanek û 4 kes mirine.