Serrûpel Nûçe 2 partiyên Barzanî li bakurê Kurdistanê bûne yek

2 partiyên Barzanî li bakurê Kurdistanê bûne yek

Belav bike

Eve demek bû ku PDK li Bakur ji bo yekrêziya xwe dixebitiya. Di encam de yekitiyek di nava aliyên ku xwe PDK dihesibînin pêkanî. Hinekên ji derê vê yekitiyê mayin jî, pêwendi li gel wan berdewam e.

Salona resepsiyonê bi ala rengîn û wêneyên Mele Mistefa Barzanî hatiye xemilandin. Li ser pankartekê ji bo serxwebûna Kurdistanê “Ji referandûmê re belê” hatiye nivîsîn.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê siyasetmedar beşdarî civîna yekgirtina herdu partiyan bûn. Ji Herêma Kurdistanê, Berpirsê Karên Navxweyî yê PDKê û Parlamenterê Iraqê Ehmed Kanî, Endamê Polîtburoya PDKê Elî Ewnî, kurê Qazî Mihemed, ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Partiya Azadya Kurdistanê (PAK) ye Elî Qazî, ji Rojava Endamê ENKSê Ebdulsetar Temo, Serokê Partiya Sosoyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek, Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitkî Zîlan, rêveberên PAK, HAK-PAR, OSP (Partiya Azadî û Sosyalîzmê), Nivîskar Îbrahim Guçlu, Hunermend Nilûfer Akbal û Beytocan cihê xwe yê di resepsiyonê de girtin.

 

Berpirsê Karên Navxweyî yê PDKê Ehmed Kanî jî di merasimê de axaftinek pêşkêş kir û rêveberên KADEP û TKDPê pîroz kir. Kanî got ku vê biryara yekgirtina herdu partiyên Kurdistanî ew gelek kêfxweş kiriye û ragihand ku pêdiviya kurdan ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye. Rojevakurd