Serrûpel Nûçe Serokwezîr behsa krîz û reforma aborî dike (vîdyo)

Serokwezîr behsa krîz û reforma aborî dike (vîdyo)

Belav bike


Di Konferansa Reforma Aborî de ku li Hewlêra paytext bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî birêve diçe Serokwezîr Barzanî gotarek pêşkeş kir.


Serokwezîr Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya Serokê Herêmê kir ku du roj e, li Eniya Xazir serperiştiya operasyona dijî DAIŞê dike û got: “Hatina cenabê Serok bo vê konferansê nîşaneya piştevaniya reformên hikûmetê ye.”


Barzanî got Herêma Kurdistanê di du salên dawî de rastî hejmarek pirsgirêk bûye û got: “Di demeke kurt de hejmara niştecihên Kurdistanê ji sedî 28 zêde bûye û daketina nirxê petrolê rewş aloztir kiriye.”


Ji destpêka şerê dijî DAIŞê ve, hikûmeta federal a Iraqê pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê birrîye.


Bi ser de nirxê petrolê li bazarên cîhanî daketiye, piraniya Başûrê Kurdistanê hatiye jêr destê Kurd û bêhtirî milyonek penaber li Kurdistanê hewiyane ku ev sedem hemû bi hev re krîzeke aborî û budceyî derxistine holê.


Derbarê lêgerîna çareseriyan, Barzanî diyar kir ku tedbîrên demkî û bilez nabine derman û divê ji bingehê ve reformek bê kirin ku derfeta kar bêhtir li sektora taybet bê rexsandin.


Barzanî bi taybet bal kişande ser pêwîstiya kêmkirina fermanber û karmendên dewletê û aşkera kir ku hikûmet ji bo vê armancê dê “çend gavekî” biavêje.


Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser karê bankeyan kir ku li Başûrê Kurdistanê lawaz in û got: “Divê têgihîştina bankedariyê li Herêma Kurdistanê ji bin ve biguherînin.” Rûdaw