Îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmam ligel serokê Îtlafa Nîştmanî ya Opozîsyona Sûryê Enes Ebde û şandeke bi wî re civiya.
Serokê îtlafa nîştmanya opozîsyona sûryê bi navê gelê Sûriyê spasiya Barzanî û xelkê herêma Kurdistanê kir ku alîkarya penaber û koçberên Sûriyê kirine û raghand herêma Kurdistanê ezmûn û nimûneyeke zengîne ji bo geşepêdan, pêkvejiyan û xebat û berxwedanê.
Serok Barzanî ji aliyê xwe ve bal kişande ser wê yekê ku ne-aramî û şer û tundî li sûryê bandorê li ser herêma kurdistanê û îraqê jî çêdike, ji ber vê yekê herêma Kurdistanê bi dilsozî çavdêriya guhertinên li Sûryê dike û amadeye jî rola xwe ya erênî ji bo çareserkirna pirsgirêkan bi cîh bîne .