Serrûpel 2016 Gulan

Arşîva mehane: Gulan 2016

A ji we re “Mehkeme Gel!“ (foto)

PYD li meydana nahiya Bilbilê li Efrînê, xelk di navê Mehkema Gel de kom kir, kal pîr, cotkar, karker, zarok-marok kom kirin û du kesên ku ku têne tewanbarkirin gotinên nexweş ji YPG û PYD re gotine, derxistin pêşmerî xelkê û bi awayekî vekirî ew "mehkeme" kirin. Xelkê li ser wan kesan nêrîna xwe got, hinekan gotin bila bikevin zindanê, hinekan gotin bila biçin cebheyên şer, û li dawiyê "GEL" biryara xwe da, wê wan her du kesan bişînin eniyên şer. A ji we re mehkema gel... Ev dîmen çi tînin bîra we?

Hasan Cemal behsa serxwebûnê û Barzanî dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye êdî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye. Barzanî Ji rojnameyeke Swêdî re diyar kiriye ku dê beriya meha Mijdarê referandoma serxwebûnê bikin û wiha aniye ziman:

Wê Reqa wiha were kontrolkirin (Vîdyo-Grafîk)

Operasyona kontrolkirina paytextê DAIŞê bajarê Reqayê bûye mijara germ a rojeva şerê li dijî DAIŞê û şervanên Kurd ên YPGê û hêzên HSDê xwe amade kirine daku berê xwe bidin Reqayê.

Aldar Xelîl û Dr. Derbendî li Pêşabûr civiyan

Duh derdora saet 11 li dergehê sînorî Pêşabûr yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê deî, berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî û serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl civiyan, û pirsa vekirina derî, derbasbûna pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên di navbera her du aliyan de anîn rojevê.

Cameron otomobîke bi 200 $ ji jina xwe re kirî

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron, ji jina xwe re otomobîlek bi 2 hezar dolar kirî. Camerokn heta niha jî ne xwediyê otomobîleke taybet e, ew otomobîla encumena wezîran ( Jaguar XJ ) bi kar tîne. Serokwezîrê Brîtanya otomobçla Nissan Micra (2004) ku 134 hezar km. meşiya ye, ji jina xwe re kirî. Kameron, ew otomobîl ji cihekî firotina wan kirî.
video

Wê Reqa wiha were kontrolkirin (Vîdyo-Grafîk)

Wê Reqa wiha were kontrolkirin (Vîdyo-Grafîk)

Asayîşa PYD êrîşî malan dike û ciwanan digire – foto

Îro serê sibê zû, asayîşa PYD çend gundê Amûdê dorpêç kirin û êrîşî mala kirin û dest bi girtina ciwanan kirin. Gundê ku asayîşê êrîşî wan kirin ev in: El Cewheriye, Til Hebeş û Kirinko. Her wiha îro serê sibê zû saet 04.00 bi hêzeke mezin êrîşî gundê Sîkra kirin û niha jî di dema amadekirina vê nûçeyê de êrîşî gundê Tebqe dikin, li ciwanan digerin ji bo ku bibin eskeriya bi zorê. Asayîşa PYD ji duh bi şev ve êrîşî gundên Girkê Legê dikin, li herêma Koçerat.

Bêhtirî 20 mîlyon Kurd hene lê…

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêhtirî 20 mîlyon Kurd hene, lê rojnameya Azadiya Welat ku bi kurdî rojane derdikeve, kesek nakire û nayê firotin. Tenê nêzîkî 1.022 taneyan çap bike.

“Êdî YPG nikare şervanên biyanî xwedî bike”

Rojnameya Brîtanî Independent di raporteke xwe de dinivisîne ku hejmareke mezin ji ciwanên welatên rojava, dev ji mala xwe berdidin û diçin li Iraq û Sûriyê tevlî hêzên kurdî dibin.

Waliyê Heseke Aldar Xelîl tazî dike (vîdyo)

Waliyê Heseke Mihemed EL Zeaal, di hevpeyvîneke xwe de, behsa rêveberiya xweser û Aldar Xelîl dide û dibêje Aldar Xelîl dostê wî ye, hev dibînin, bi hev re didin û distînin. Her wiha dibêje ku wan rêveberiya xweser serbest berdan, rêveberiyê ji dewletê istîfa dît, rêveberiya xweser jî xizmet ji dewletê re kir, ew spas dikin. Walî dibêje, wan hev dîdîtin û li hev guhdarî dikirin û dewletê daxwazên wan jî pêk dianîn. Li ser serkirdeyê Tev-Dem û PYD Aldar Xelîl dibêje: Ew însanekî baş e, bi rêz e, gelekî welatparêz e, ez li wî guhdarî dikin û ew li min guhdarî dike...
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com