Efra Xelîl, ew jina Kurd ku di dema şerê Kobanî de, berê xwe dabû ezmanan û li ber xwedê geriya bû û bang kiribû: Xwedêyo tu vê zilm û zorê li erdê nehêlî, û van zaliman kor û poşman vegerînî… û bûbû sembolek ji trajediya Kobanî di 75 saliya xwe de wefat kir
Bala hemû dinyayê kişandibû ser xwe. Ew dîmen bûbû sembolek ji sembolên şerê Kobanî.
Efra Xelîl, xwediya yek ji dîmenên herî balkêş yên tiracîdiya koçberî û perîşaniya xelkê Kobanî bû. Duh li gundê Şêx Dodike li herêma Kobanî koça dawîn kir. Wêneya pîrejina kurd Efra Xelîl ku destên xwe li ber xwedê vegirtibûn, di medya civakî û cîhanî de deng dabû.