Piştî 4 rojan ji vebûna deriyê sînorî yê Pêşabûrê, îro pezê bazirganên rojavayê kurdistanê derbasî başûr bû.
Rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabûr yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de, Şewket Berbiharî raghand, îro proseya derbasbûna pezê bazirganan di deriyê navborî re dest pê kir û aliyê din yê sînor (yê ser bi rêveberiya xweser) her li ser biryara xwe ma ku bacê ji bazirganan bistîne.
Rêveberiya xweser ku ji bo her seriyek pez 6 dolaran distîne.
Şewket Berbiharî raghand, ku cihê mixabinyê ye aliyê din ligel wan di vê meseleyê de nebûne alîkar û divya ku herdû aliyan hehewl bidana ku barê giran ê li ser milê xelkê rojavayê kurdistanê sivik bikarana.