Serrûpel Nûçe Serjimêrî zerareke mezin digihîne Kurdan

Serjimêrî zerareke mezin digihîne Kurdan

Belav bike

Desteya rêkxistinî ya sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand ku îro 19 mehê serjimêrî li 7 bajar û bajarokên Cezîra Rojavayê Kurdistanê destpê dike, û piştre jî wê li her 3 kantonên Rojava û wan deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê jî bê encamdan.
Ev serjimêrî wê tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên deverê li xwe bigire, û roja serjimêriyê wê bibe bihinvedaneke fermî û nabe bazar jî bêne vekirin.
Di vê serjimêriyê de wê ew Kurdên bênasname jî bêne jimartin, lê wê li tenişt navê wan, peyva Mektûm bê nivîsandin, peyva Mektûm ji berê û heya niha ji aliyê hikûmeta Sûriyê ji bo wan Kurdên bênasname tê bikaranîn, wateya wê jî ew kesên ku bi yekcarî navê wan di kûtikên fermî yên dewletê de tune ne.
Çavdêr dibêjin ev serjimêriya ku kantona Cizîrê çêdibe ziyaneke mezin digihîne Kurdên Sûriyê, ji ber ku piraniya Kurdan derketine derve, û encam gelekî xerab in.
Li gor çavdêran, wê rêjeya Ereban ji ya Kurdan zêdetir be, ev jî wê bi dilê rêjîma Sûriyê be, ku dibêje Kurd li wê derê ji %25 in.