Serrûpel 2016 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2016

Li dijî PYD dest bi greva birçîbûnê kirin (foto)

Îro li seranserê herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan û girêvên berçîbûnê ji bo girtiyên siyasî destpê kirin.

Mihemed Ocalan: Tendurustiya Ocalan baş e

Birayê serokê PKK Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan piştî ku li zindana Îmralî serdana birayê xwe kir, îro li Amedê konferanseke rojnamevanî li darxist. Ocalan got, tenduristiya Abdullah Ocalan baş e, û wî gotiye eger Tirkiyê amade be, projeya wî ji bo aştî û pêvajoyê amade ye. Ocalan gotiye, nabe welatî werin kuştin û ew dikarin di nava 6 mehan de kêşeyan çareser bikin.

Petrola Kurdistanê di Tebaxê de: 15.800.031 bermîl

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê rapora meha Tebaxê ya derbarê berhemanîn û firotina petrol û gaza Kurdistanê de eşkere kir.

“Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî serdana Ocalan qebûl kir”

Birayê serokê PKK, Osman Ocalan di hevpeyvîneke xwe de got, Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî rê da ku malbata serokê PKK Abdullah Ocalan, biçe serdana wî. Ocalan got, di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Tirkiyê ku di meha 8 de pêk hat, serok Barzanî ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku pêvajoya aştiyê careke din dest pê bike. Serkirdeyê berê yê PKK Osman got, ew di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Tirkiyê û bi munasebeta hatine cejna Qurbanê û li ser daxwaza Mesûd Barzanî, rê da malbata wî biçe ser dana Abdullah Ocalan.

Serokê Partiya Çep Mihemedê Mûsê krîza dil derbas kir

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê rastî kirîzeke dil hat û li nexweşxaneya Nûr li Qamişlo emeliyatkirin û heya niha jî li nxweşxaneyê ye.

Îbrahîm Biro bersivê dide

Serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, gelek pêwendiyên dîplomatîk kirine, ew di siyasetê de ne lawaz in û îro Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe.

Derhênereke ji Kobanî xelateke nevdewletî stand

Sînemakareka ji Rojavayê Kurdistanê, Evîn Berazî xelata baştirîn fîlma enîmeyşin a Festîvala Navdewletiya Fîlm a Skandînaviya ya li Filandanê wergirt.

Asayîşa PYD êrîşî gundekî Dêrikê kir şer derket

Îro saat 3 şefeqê hêzên asayşa Dêrkê bi 26 otombêlan avêtin ser gundê Banê Şikeftê yê Dêrkê. Piştî dorpêçkirna wî gundî ji bo birina xortan ji bo eskeriya bi zorê, hêzên asayîşê derbasî nava gund bûn, di encamê de şer di navbera gundyan û hêzên asayşê de derket, di wî şerî de 3 kes bi navê Hesen Remedan Şahîn, Hesen Qadir Îbrahîm û Yusif Nezîr Îbrahîm birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin şandin. Her wiha 7 kes hatine girtin, di nava girtiyan welatiyekî 60 salî bi navê Ehmed Silêman Xençer heye, û 2 zarokên 14-15 jî hene.

Sûretên ecêb yên Obama (FOTO)

Sûretên ecêb yên Obama (FOTO)

Binêrin serok Barzanî li ser PYD çi dibêje!

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona frensî France 24 got, Frensa bi çekan alîkariya pêşmergeyan dike û ketîbeyeke tankên dûravêj şande herêma Kurdistanê. Barzanî li ser pirsa SÛriyê got, ew piştgiriya her civîneke kurdî li dike, û ewê li ser wê yekê kar bikin ku peymana Hewlêr û Duhokê di nava Kurdên Sûriyê de careke din zindî bibe. Serok Barzanî her wiha got, PYD hemû partî û rêxistinên din dane aliyekî û bû beşek ji PKK û PYD pabendî rêkeftinên di nava aliyên kurdî de nema. Barzanî her wiha bal kişande ser wê yekê ku êdî Sûriyê venagere weke berê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com