Serokê Emerîka got dema ku wî bi serokê Çînê re şîranî dixwar emrê êrîşa li ser balafirxaneya Şuêrat li Sûriyê da
Donald Trump eşkere kir, dema ku ew û serokê Çînê Şî Jîn Pîng li ser maseyê bûn û kêk û şîranê dixwarin, emrê avêtina 59 rokêtên Toma Hok li ser Sûriyê da.
Di gefteya derbasbûyî de, bi biryara Trum, weke intîqamekê li dijî kîmyabarana bajarokê Xan Şêxûn, Emerîka 59 rokêtên Toma Hok avêtibûne balafirxaneya Şuêrat.
Donald Trump di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona emerîka Fox Business sirrê êrîşa li ser Sûriyê eşkere kir û got, dema ku wan çokolata dixwazin wî biryara wê êrîşê da.