Hunermenda kurd Deşnê Mûrad ragihand, ji bo paqijiya jîngeha Başûrê Kurdistanê, hin proje amade dike.
Deşnê Mûrad ji Rûdawê re ragihand: “Ez erdnîgariya Kurdistanê pir hez dikim. Hin projeyên min hene ji bo paqijiya jîngeha Herêma Kurdistanê. Herwiha vê biharê ji bo ku cih û deverên geşt û gerê werin paqijkirin, vegeriyam Kurdistanê.”
Herwiha Mûrad got: “Ez vê biharê, ne ji bo gerê, ji bo projeya berpirsyariya civakî hatim Kurdistanê. Di siberojê de xebatên me yên li ser jîngehê dê berdewam be. Li ser paqijiya siruşt û jîngeha Kurdistanê, bernamayeke televîzyonê amade dikim.
Deşnê Mûrad bi pêşkêşvaniyê dest bi karê televîzyonê kir û weke stranbêjek jiyana xwe didomîne. Deşnê weke “jîngehparêz û ajelhez” tê nasîn. Rûdaw