Moskow bi 13 mîlyon niştecîyên xwe va bajarê herî mezin ê Ewropayê ye. Herçiqas vî bajarî wek Ewropayî dihesibînin jî, ew bi hemû taybetmendîyên xwe va bajarekî Asyayî ye, ku li çol û stepên vê parzemînê hukum dike. Xelkê Moskowê mîna ava bin erdê di wan tunelan da bi lez û bez diherike.
Metroya wê di sala 1935 an da ji xizmetê ra vebûye. Her carê xetek lê zêde kirine û anîne şiklê îroyîn. Navbera trênan sê deqeyê derbas nake. Çiqas modêlên wan kevin bin jî saxlem in û bi lez tên û diçin.
Ji metroyên Berlînê bileztir in. Îstasyonên wê hinek dişibin ên Parîsê. Lê ji alîyê endezyarî û mîmarîyê va ji yên Parîsê xweşiktir in. Metroyên herî kûr ên cîhanê ne. Hin ji wan 126 mêtro kûr in. Ji kesên nexweşên dil û tansîyonê ra pêşnîyaz nakim van metroyan.
Sê-çar îstasyon carek peya dibim, li nava wan digerim resiman dikişînim û derbasê xetekê din dibim. Pênc xetan temam dikim û di îstasyona ku ji binê qada sor û Kremlînê ra derbas dibe peya dibim û bi pêlikên elektrîk dertêm jorê. Pêlikên wan jî mîna trênên metroyê bi lez in. Jixwe wisa neba millet dê pê li guhên hev bikira.
Li jorê bi bîhneke taze yê kûr ra dibêjim, aferîn ji van Rûsan ra bi qasê ser erdê di binê erdê da jî ewqas jêhatî ne.