Serrûpel Nivîskar “Bîranînên komkujiya Kobanî ji bîr nabin”

“Bîranînên komkujiya Kobanî ji bîr nabin”

Belav bike

Roja Pêncşema 25ê Hizêrana sala 2015an

Demjimêr 04:40 sibeha roja Pêncşemê, 25ê Hizêrana sala 2015an, ez û hevjîna xwe li ser dengê teqeyên çekan ji xew rabûn, di cih de min ji hevjîna xwe re got, metirs ev dengê teqeyên şahiya kontrolkirina bajarokê Sirrînê li Başûrê Kobanî ji aliyê hêzên di Odeya Operesyonên Volkana Ferat de ne, lê ji ber pirbûna dengê teqeyan, me nekarîbû xewa xwe careke din bidomînin, me di nav nivînan de guhdarî dengê teqeyan dikir, ta ku derdora demjimêr 05:00ê wê sibeê teqîneke mezin çêbû, wê demê guman li cem min çêbû ku ew ne teqeyên şahiya kontrolkirina bajarokê Sirrînê ne.

Piştî teqîna mezin, ez ji odeya razanê derketim û min telîfonî çend jêderên nêzîkî rêveberiya Kobanî kir, hemûyan gotin ku gurûpek ketiye nav bajêr û êrîşî xelkê dike, û gotin ku ew ji bilî wisa tiştekî nizanin, ya ku wan tenê zanîbûn, ku erebeyeke teqîner xwe di deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê (Turkiya) de teqandiye, di dema ku min bi telîfonê deng dikir, min dît ku lawê min yê 5 salî, ji ber dengê teqe û teqînan ji xew rabûye û tê cem min, ew dileriziya û çav bi hêsirbû û ji ber tirsa ji dengê teqeyan digriya, û herweha hevjîna min jî ditirsiya, min telîfon girt û hinekî bi law û hevjîna xwe de mijûl bûm û min moral dane wan û xwest wan bi tiştekî din de mijûl bikim, lê ez têgihiştim ku planeke metirsîdar heye, û çekdarên rêxistina DAIŞê li nav Kobanî ne û sivîlan dikujin.

Piştî demjimêr 06:00, herku diçû dengê şer pirtir dibû, gelek cureyên çekan diteqiyan, kilaşînkof, doşka, bumbe û teqînên mezin çêdibûn, lê min hîn nizanîbû ku li ew şer li kîjan alî Kobanî diqewime, ta demjimêr 06:30 ez têgihiştim ku planeke mezin heye, piştî demjimêr 07:00 deriyê mala me û telîfona min bi hev re lêketin, telîfona ku ji aliyê dostekî ve lêdiket min vekir, gote min zû derî veke, dema min deriyê mal vekir, ew û hin nas û dostên min bûn, û keçikeke birîndar û 6 zarokên biçûk bi wan re bûn, min û dostê xwe ew keçika birîndar rakir û me anî li hindir mal danî.

Keçika ku bi fişekekê di lingê xwe de birîndar bibû, digriya û dileriziya û her 6 zarokên biçûk li dora wê kom bibûn, rewşa wê ya tenduristî ne xeter bû, birîna wê girêdayî bû û xwîn rawestiyabû, me av da wan, û hevjîna min xwarin da zarokan ta ku em hinekî wan aram bikin.

Piştî dîtina wê keçika birîndar û wan 6 zarokên çav bi hêsir, ez hatim hejandim, lê di ber mijûlbûna min ya bi wê keçikê û bi hin mîvanên din re, min deng û nûçeyên şerê ku diqewimî dişopandin, me telîfonî ambulancekê kir, karmendên amulancê gotin, ku ew nikarin xwe bighînin taxa me, ji ber ku çekdarên DAIŞê li ser rê xelkê dikujin, ji wir de min karê xwe yê rojnamevanî ji bîr kir, û ez bi parastina jin û zarokan de mijûl bûm, û min û mîvanên xwe me çek hilgirtin û me xwe amede kir, ku dema çekdarên DAIŞê êrîşî me bikin, eme berevaniyê ji ber xwe û jin û zarokan ve bikin.

Piştî ku me xwe amede kir, min xwest çîroka keçika birîndar û wan 6 zarokan fehim bikim, keçika ku ji taxa Miktelê li rojhilatê Kobanî bû, ji me re got, ku hin çekdarên DAIŞê êrîşî mala wan kirine, û ji wan re gotine ku win kafirin, û raste rast fişek berdane wan, di encamê de, bav û dayik, bira û jina birayê wê ango 4 sivîl ji malkê hatine şehîd kirin, û got ku bi fikra çekdarên DAIŞê be, ku ew keçik jî miriye, lê ew birîndar bibû, û karîbû xwe û 6 zarokên birayê xwe ji mal derxe û xwe ji ber DAIŞê xelas kiribûn, û ji ber birîna xwe, wê keçikê zarokeke temen biçûk ya birayê xwe yê ku hatî kuştin, ango xwîşka wan 6 zarokên din, li pê xwe di mal de hîştibûn, herweha wê keçika birîndar got ku çekdarên DAIŞê gelek cîranên wan jî kuştine, piştî îfadeya wê keçikê, em têgihiştin ku çekdarên DAIŞê komkujiyan li Kobanî çê dikin.

Piştî nîvroya wê rojê, hin nasên wê keçikê û wan 6 zarokan hatin ku wan ji mala min bibin, dema ku me keçika birîndar rakir û xiste otombîlê, min dît ku ew xwase ango bê sol û pêlave û xwîn li ser lingên wê heye, min ji şofêrê otombîlê re got bes deqîqeyekê xwe ragire, ez bi lez çûme hindirê mal û min cotek solên hevjîna xwe anîn û min bi destên xwe xistin lingên wê keçikê, keçika birîndar giriya û ji min re got ku ez vê helwesta te ji bîr nakim, hêsir bi çavên min jî ketin, û ew keçik tev 6 zarokên birayê wê birêketin, di pişt re min bihîst ku ew gihiştine nexweşxaneya Emel li Kobanî.

Berve êvara wê rojê hêdî hêdî agahî dighiştin me ku çekdarên DAIŞê di çar cihan de li nav bajarê Kobanî ji aliyê YPGê ve hatine dorpêçkirin, û hejmara şehîd û birîndaran bi dehane, navên hin kes û malbatên ku hatibûn şehîd kirin dighiştin me, û dengê teqe û teqînên şer jî berdewam bû. Bû êvar û me di şeve reşê de şeva xwe derbas kir, me newêribû ronahiyê li dor xwe çê bikin ta ku çekdarên DAIŞê nizanibin ku kes di mala me de heye, em mest û bê xew bûn, û me li ser banê mala min çavdêriya egera liv û tevgera çekdarên DAIŞê li taxa me dikir, cîran nemabûn ji bilî maleke li nêzîkî mala min, derangê şevê hinekî dengê teqeyên şer kerr bibû, me got terorîst westabûne û dixwazin bêhinvedanê bidin xwe.

Roja Îna 26ê Hizêrana sala 2015an

Bi sibeha roja Îna 26ê Hizêrana sala 2015an re, ango roja duyem ji êrîşa çekdarên rêxistina DAIŞê re li ser Kobanî, dîsa şer dest pêkir, li ser banê mala min xuya dibû ku şer li 3 xalan diqewime, li Dibistan Xortan li ser Qûça Hecano, li Qabaltiya Xwaringeha Kindî, di avahiyeke di navbera Dibistana Reş û Qada Azadî de, û di avahiyeke li taxa Miktelê de li ser riya Helinc û Şêranê ku ji me ve xuya nedikir. Wê rojê êdî piraniya sivîlan di nav bajarê Kobanî de nemabûn, yên mayî jî wek me di malên xwe de dorpêç kirîbûn û nikarîbûn ji malên xwe derkevin, me dibhîst ku cenazeyên gelek şehîdan hîn li erdê ne û di wê rojê de û kes nikare wan rake û binax bike.

Ji ber ku derdora meh û nîvekê bibû ku em ji koçberiyê ji Bakurê Kurdistanê vegeriyabûn Kobanî, mûna kevin ya xwarinê li mala me tunebû, û herweha hejmara kesên li mala me jî hinekî pir bû, em 6 malbat bûn, nan û keskayî û xwarin nema ji bilî Birxul û Rizê ku me pê debara xwe dikir, ta berve êvarê bi berdewamiya şer re ava vexwarinê jî li mala me berve nemanê diçû, tevî ku bîra avê û Xetasê me hebû jî, lê ji ber bext û şansê xerab Xetas roja yekem ji êrîşa DAIŞê xerab bibû û av ji bîrê dernedixt, wekî ku xelkê Kobanî dibêje: ((Xerabiyê çavî li heve)) wê sibehê Enternetê me jî qut bibû. Bi şev ava vexwarinê xelas bû û tenê av di xezaneya hemamê de mabû, tevî ku ew av ji bo vexwarinê ne dibû jî, lê ez neçar bûn ku wê xezaneyê ji jêr de ji tora avê ya mal vekin, ta ku em avê jê derxin û pê debara xwe bikin. Şeva roja duyem jî bi eynî sîstema çavdêriya roja yekem me derbas kir ta ku sibeh bû.

Roja Şemiya 27ê Hizêrana sala 2015an

Sibeha roja Şemiya 27ê Hizêrana sala 2015an, roja sêyem ji êrîşa çekdarên rêxistina DAIŞê li ser Kobanî, dengê şer pir kêm bibû ta ku demjimêr 10:00 sibehê, teqîneke mezin çê bû, ez derketim ser banê mal, min dît ku Dibistana Xortan hatiye teqandin, nîvê dibistanê hatibû rûxandin û dûmaneke mzin jê radibû, bi teqandina Dibistana Xortan re, hate ragihandin ku ew êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Kobanî bi dawî hatiye, û êdî xelkê ku ji nav bajar derketibû dorhêlên bajêr vedigeriyan malên xwe, û cenazeyên sivîlên ku ji roja yekem de ji êrîşê li erdê mabûn, dihatin rakirin, gelek ji wan cenazeyan ji ber ku demeke dirêj li erdê mabûn, nedihatin naskirin, û ta vê demê jî li aliyê seriyê gora wan hatiye nivîsandin ku ev gor Bênave û ji şehîdên komkujiya 25ê Hizêrana sala 2015ane.

Ew hersê rojên reş derbas bûn, lê baca wan ji bo xelkê Kobanî giran bûn, roja dawiyê em têgihiştin ku qurbaniyên komkujiyê derdora 250-300 sivîl bi navên naskirî hatine şehîd kirin, û wek wan jî birînadar bûn, û hîn jî lîsteya şehîd û birîndaran vekiriye û hejmara dawiyê nehatiye zanîn, û her şehîd û birîndarekî Kobanî di wan rojan de xwedî çîrokeke êşê ya seyr û cudaye.

Di dîroka kurdên Rojavayê Kurdistanê de, bi vê mezanahiyê û zilm û zorê komkujî wekî ku li Kobanî çêbû li herêmeke din hîn çê nebûne, ya min û hevjîn û herdu zarokên min jî, wekî ku xelkê Kobanî dibêje ((Nan û xwêya me li vê dunyayê heye)), em ji komkujiyê filitîn û temenekî nû ji me re hate nivîsandin, lê ew tirs, êş û xemgîniya ku me û xelkê me li Kobanî dîtî, heta dawiya jiyana me wekî 3ê rojên reş û bi zilm û zor ji bîr nabin.

 

Hewlêr: 25-6-2017

(Ji malpera Rûdaw)