Piştî ku di dawiya sala 2010an de buhara erebî li welatê Tûnisê yê Rojavayê Welatên Ereban destpêkir, û vîna gelêrî ya gelê Tûnisê bi hêsanî û di hindirê çend rojan de rêjîm û desthilatdariya serokê wî welatî Zên El-abidîn Bin Elî bidawî kir, miletên welatên Lîbiya, Misir, Yemen û Sûriyê jî bi hêvî û armanca guhertinê serî li hember rêjîmên welatên xwe hildan û dest bi şoreşan di bin duruşmên azadî û rûmetê de kirin.
Di encama wan şoreşên miletên welatên ereban de, tevî ku ta niha jî aramî wekî ku tê xwestin çê nebûye jî, li welatên Tûnis, Misir, Lîbiya û Yemenê rêjîm û desthilatên wan welatan hatin guhertin, lê rewşa welatê Sûriyê ji ya wan welatên cuda bû, loma şoreşa aştiyane ya miletê Sûriyê ku destpêkê xelkê doza çaksaziyan tê de dikir, bû kirîzeke navdewletî û ev bû zêdetirî 6 salane ku ew berdewame.
Cudabûna rewşa welatê Sûriyê ji welatên ereban yên din ewe, ku rêjîma Sûriyê ji bo berdewamiya xwe li ser desthilatê, ji mêj ve ji xwe re kar kiriye û hevalbend û piştgir ji xwe re li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê çê kirine, wekî Rûsiya, Îran, Partiya Hizbulaha Lubanî û Milîsên Şîî yên ji Iraqê û hin rêxistin û gurûpên din yên herêmî û cîhanî.
Herweha berjewendiya gelek alî, welat û hêzên navdewletî jî di dirêjkirina temenê rêjîma Sûriyê de hebû û xwestin ku li Sûriyê kirîzeke giran û mezin peyda bibe, û wan û rêjîma Sûriyê kar jê re kirin ta ku kirîz mezin bibe û berdewam bike, û ji bo rêjîma Beis li Sûriyê jî ya girîng ew bû, ku şoreşa aştiyane ya miletê Sûriyê li dijî zilm û zora desthilatdariya tek partiyê, ji raya giştî ya navdewletî re bide xuya kirin, ku tiştê li Sûriyê çê dibe ne şoreşa miletê Sûriyê ye, xwest ku şoreşê wekî şerê li dijî rêxistinên terorîstî bide naskirin, û bi wî şerî temenê xwe dirêj bike û demê têxe xizmeta xwe.
Ji bo balkişandina ji ser xwepêşandanên gelêrî li dijî rêjîma Sûriyê, divabû rêxistinên metirsîdar û balkêş wekî DAIŞê û Cebhit Elnusra li Sûriyê werin çêkirin, ji alîkî ve ji bo bêdengkirina miletê Sûriyê di beramberkirina di navbera desthiladariya rêjîma Sûriyê û desthilatdariya wan rêxistinan de, ta ku bawerî li cem xelkê peyda bibe ku desthilatdariya rêjîma Beis ji wan hemû rêxistinan baştire, û ji alîkî din ve jî ji bo sistkirina zextên navdewletî li ser rêjîma Sûriyê û mijûlkirina wan bi şerê rêxistinên terorîstî re.
Piştî ku baş pilan hate danîn, di demeke kurt de Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derkete holê, û çekdarên wê rêxistinê di demeke kurt de bi çekên sivik wekî kilanşîkov û BKSê û RBCê Parêzgeha Mûsilê li Iraqê û Parêzgeha Reqayê li Sûriyê kontrol kirin, bi wan çekên sivik balefirxaneya Tebqayê û Firqeya 17an li rex bajarê Reqayê û Lîwaê 90î li bajarokê Eyn Îsa li nêzîkî Kobanî kontrol kirin, bi kilanşîkov û BKSê û RBCê bi dehan tank û zirîpoş û topxane û gelek cureyên çekên giran bidest xistin, û roj bi roj DAIŞê bê şer û pevçûnên giran xaka xwe fereh dikir û deverên nû li Iraq û Sûriyê dixistin bin kontrola xwe.
Di wê dema ku DAIŞê li Sûriyê bê şer û pevçûn gelek cih li Sûriyê ji dest artêşa Sûriyê kontrol dikirin de, balefirên rêjîma Beis li gelek cihên Sûriyê yên din ku oposizyona çekdar lê hebûn wekî Hims, Hema, Idlib û Helebê rojane ew bi bermîlên teqîner dikirin armanc, û li gel wêraniya navçe û bajaran, bi dehan û sedan ji xelkê sivîl ji zarok û jinan di encama bumbebarana balefirên rêjîma Sûriyê de dihatin kuştin, lê rêjîma ûriyê şerê DAIŞê nedikir.
Ger ku rola rêjîma Sûriyê di çêkirina DAIŞê de hebe an tunebe, rêjîm li hember DAIŞê ranewestiya û hêsankarî jê re pêşkêş kirin, û xwe ji hêzên oposizyonê re vala kir û tenê şerê wan dikir, herweha DAIŞê jî êrîşî cihên ku ji rêjîma Sûriyê re girîngbûn nedikir, ango diyar bû ku rêjîma Sûriyê DAIŞê wekî metirsiyê li ser xwe nabîne, ji ber ku armanc û daxwazên DAIŞê yên siyasî ku di nav raya giştî ya navdewletî de werin pejirandin tunebûn, û tenê dixwest civaka navdewletî bi kiryarên xwe pitirsîne û bala wê bikşîne ser xwe, bi vî awayî plana mijûlkirina hêzên navdewletî bi şerê li dijî DAIŞê de biserket û kirîza Sûriyê derbasî qonaxeke kûrtir û girantir bû.
Piştî ku hevpeymaniya navdewletî di dawiya Havîna sala 2014an de hate damezrandin, û dest bi şerê li dijî DAIŞê kir, bala raya giştî ya nevxweyî û herêmî û navdewletî çû ser wî şerî, û hinekî barê li ser millê rêjîma Sûriyê sivik bû, û hêdî hêdî daxwaza koçkirina Beşar El-esed ji ser desthilata Sûriyê ji aliyê welatên zulhêz ve kêm û sist dibû, ji xwe li hindir jî êdî xelkê Sûriyê westiyabû û rewşa xelkê roj bi roj xerab dibû, û tenê hêviyên xelkê ber bi parastina giyanê xwe û jiyaneke aramiyê de diçûn.
Herweha hevpeyman û alîgirên rêjîma Sûriyê jî şerê DAIŞê nekirin, wekî Rûsiya, Îran, Hizbulah, û Milîsên Şîî yên Iraqê û hin gurûp û rêxistinên din, û wan hêzan alîkariya artêşa Sûriyê di rûbirûbûna hêzên oposizyên de kirin û ta roja îro jî berdewamin, vê dema dirêj ji şer û ne aramiyê hîşt ku rêjîma Sûriyê ta roja îro bimîne, û alî û hêzên herêmî û navdewletî hemî nakokî û kirîzên xwe anîne hindirê Sûriyê, û di encamê de ta vê demê tenê xelkê Sûriyê temen giran daye, ku bi sed hezaran ji xelkê Sûriyê bûne qurbanî û girtîne, herweha bi milyonan jî koçberî derve bûne, lê aliyê ku sûd ji çêbûna DAIŞê û ji şerê li dijî wê dîtiye rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ne, û karîbûn şoreşa miletê Sûriyê bikin kirîz û şerekî li dijî terorê.
Tevî ku di destpêka şoreşa Sûriyê de oposizyon xelkê sivîl bû û tenê bi xwepêşandanên aştiyane daxwaza guhertinê dikirin, û di pişt re leşger û serbazên ku ji rêjîmê perçebibûn dest bi şerê leşgerî kiribûn û ne rih dirêj û kiras kin bûn jî, lê rêjîma Sûriyê digot ev terorîstin û dixwest şoreşê ber bi şerekî leşgerî ve bibe û rêxistinên tûndrew xurt bibin û dakevin meydanê, dema ku hêzên tûndrew bihêz bûn jî wekî DAIŞê û Cebhit Elnusra, rêjîma Sûriyê şerê wan nekir, û ji gelek deverên Sûriyê vedikişiya û xak û çekên giran li pê xwe dihîşt, û DAIŞê bi hêsanî dest dadanî ser.
Serokê rêjîma Sûriyê di destpêka Şoreşa milletê Sûriyê de gef dikirin û digot, ku ew dikarin agir berdin tevahiya herêmê û şerekî mezin bi hevxînin û ew naçin, herweha alîgirên wî jî digotin yan Beis û Esed, yan jî ewê welatê Sûriyê bişewitînin, û bi rastî welat û welatiyê Sûriyê şewitandin, û hîştin ku xelk xweziya xwe bi rojên desthilata Beis bînin, ji ber ku altarnatîvên jê xerabtir derketin holê wekî DAIŞê û gelek rêxistinên tûnrew ku zilm û zor li xelkê Sûriyê kirin û welatê wan wêran û talan kirin, û tenê sûde li rêjîma Sûriyê û hevpeyman û alîgirên wê kirin.
Hewlêr: 17-7-2017