Ako Mihemed
Di avabûna dewleta Kurdistanê de ne tenê berjewendiya gelê Kurdistanê heye, lê çêbûna dewleta Kurdistanê di berjewendiya aramiya navçeyê de ye. Yek ji wayên gelekî sûdmend dibe di çêbûna dewleta Kurdistanê di beşê Kurdistana Iraqê de, Tirkiye ye. Dewleta Kurdistanê Tirkiyê ji metirsiyeke stratejîk a mezin dûr dixe û dewletek ku dikare ligel te gelekî hevberjewendî be, çêdibe.
Dewleta Kurdistanê niha ji xeynî berjewendiyên gelê Kurdistanê, komek berjewendiyên din li xwe kom dike. Li pêş hemûyan derket, Kurdistan take cihê cografî bû ku bi asanî hevpeymaniya dijî terorê li ser zeviya wê bê damezrandin, li tevahiya Sûriye û Iraqê cihek nebû guncaw bê bo pêkhatina wê hevpeymaniyê ji xeynî Kurdistanê. Eger Kurdistan nebûya ew hevpeymanî ji esman nediket ser erdê. Ew metirsiya terorê, ji çêbûna DAIŞê destpênekiriye û bi têkşikandina DAIŞê jî bi dawî nabe. Di wê demê de jî derket ku herdû hikûmetên Iraq û Sûriyê bi wê pêkhateya xwe ya niha, nebûn hevkar bo pêkhatina wê hevpeymaniya navdewletî ya Rojavayî li ser erda xwe. Herwiha hikûmeta Iraqê, neku her nebû hevkar bo Hêzên Pêşmerge lê gelek caran ji bo gehiştina alîkariya navdewletî bo Hêzên Pêşmerge rêgir jî bû, lê Pêşmerge ligel wê rewşa dijwar bi biçîtî jî şerê DAIŞê kir û têkşikand. Bihêzbûna Pêşmerge di berjewendiya Hevpeymaniya Rojava ya bi serokatiya Amerîka û berjewendiya Tirkiyê de jî bû, ji ber li her cihekî Pêşmerge lê nebûbe, Îran û hêzên neyarên Tirkiyê ew cih kontrol kirine.
Dewleta Kurdistanê di berjewendiya Sunneyên Iraqê de ye. Nêzîka nîvê Sunneyên Iraqê koçber bûne, yên li Iraqê mane jî jêrxana wan a aborî ji aliyê DAIŞ û hêzên Iraqî ve hatiye têkdan, eger dewleta Kurdistanê neyê damezrandin, ew Sunneyên ku mane jî tu hêviyeke wan namîne û tên paşguhxistin, lê dewleta Kurdistanê gelekî hêvîbexş e bo milmilaneya wan di dahatû de û mana wan li Iraqê, herwiha hizirkirin di çarçoveyeke siyasî de ku jiyaneke aram û sivîl dûrî tûndûtûjî bo wan dabîn bike. Neku berê xwe bidin derve û rêxistinên din ên tûndrew wek DAIŞê ava bikin. Eger dewleta Kurdistanê çênebe, Sunne aciziya xwe ya ji derbiderî û serdestbûna Şîe bi ser desthilata Iraq û navçeyên Sunne yên Iraqê de, bi Amerîka, Rojava, Tirkiye û welatên Erebî yên Kendavê de dirêjin.
Çêbûna dewleta Kurdistanê di berjewendiya Tirkiyê de ye, ji ber dewletek ku berjewendiya stratejîk ligel Tirkiyê heye dibe cîranê Tirkiyê, eger na ew milîşiya dibin cîranê Tirkiyê, ku nakokiya wan ligel hebûna Tirkiyê jî heye. Milîşiyayên Heşdî Şabî niha binkeyên xwe li Mûsil û hemû navçeyên din ên Sunneyên Iraqê danîne, wek Sunneyên Iraqê bi xwe dibêjin, ew milîşiyayên Şîe û partiyên Şîeyan bo şîekirinê hatine wan navçeyan û ji wan jî dernakevin, eger Sunne nebin xwedî hêzeke bi pişt. Eger wiha nebe li beramberî dagîrkeriya Şîeyan, Sunne bi tundûtûjiyeke din a şêwazê DAIŞê xwe derdixin.
Neteweya duyem a dewleta Kurdistanê, Turkmen dibin. Di dewleta Kurdistanê de nasnameya neteweyî ya Turkmenan dibe, lê belê eger rewş bi vî awayî berdewam be, piraniya Şîeyan di nav nasnameya olî ya Şîeyan de li Iraqê, nasnameya xwe ya neteweyî wenda dikin û Turkmen bi biçûkî parçe dibin, ew parçebûn jî tenê jinavçûna Turkmenan bi xwe re tîne.
Rêya firotina petrol û bazirganiyê ya dewleta Kurdistanê ligel Tirkiyê dibe. Lê rêya firotina petrol Besra û Hîlal-Kemera Şîe li Sûriye û Îranê dibe. Niha Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê sêyemîn bazara Tirkiyê ye bo hinardekirina kelûpelan, lê Iraq dixwaze petrola Kerkûk û hemû Herêma Kurdistanê bi Îranê ve girêde. Têkdana wan peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê, armanceke stratejîk a Îranê ye bo girêdana wê navçeyê bi Îranê ve di warê stratejîk de. Wek mînak; berpirsên Îranê çendîn car aşkere ragehandine ku çima Herêma Kurdistanê wê bazirganiya ligel Tirkiyê dike ligel Îranê nake.
Bihêzbûna pêgeha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeyê di berjewendiya aramiya navçeyê de bûye. Bihêzbûna wê pêgehê û pêgeha Herêma Kurdistanê ji hemûyan zêdetir di berjewendiya aramiya navçeyê de ye, ku ji hemûyan zêdetir pêdiviya Tirkiyê bi wê aramiyê heye. Axaftina Barzanî li nav beşeke zêde ya Kurdan li Tirkiyê derbas dibe û guh lê tê girtin, bûna peywendiyeke bihêz a hikûmeta Tirkiyê ligel Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelekî bisûd bûye bo Serokkomar û AK Partiyê, ji ber wan Kurdên deng dane AK Partiyê, beşek ji wan dengan bi wê yekê ve girêdayî ye ku peywendiyeke bihêz û dostane ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û AK Partiyê ligel Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, eger ew peywendî nemîne ew dengên AK Partiyê di nav Kurdan de li Tirkiyê belav dibin. Ew jî xwiya ye eger di dû hilbijartinên dawî de ne ji dengê Kurdan bûya, dengên AK Partiyê û guhertina destûra Tirkiyê bi awayekî din dibûn. Herwiha dewleta Kurdistanê dikare bibe hêma aramiyeke zêdetir bo Tirkiyê, li gor yasayên navdewletî.
25ê meha Îlonê referandûm li ser çarenivîsa Kurdistanê li Iraqê tê kirin. Referandûm proseyeke gelêrî ya navxweyî ye û bo zanîna biryara xelkê Kurdistanê ye, lê avakirina dewletê proseyeke siyasî û navdewletî ye, herwiha pêdivî bi amadekariya navxweyî û zemînsaziya derve heye. Ji ber vê yekê prose dirêj dibe, loma pêwist nake, ne xelkê Kurdistanê û ne dewletên din di wê baweriyê de bin ku roja 26ê Îlolnê dewleta Kurdistanê çêdibe.
(Ji Rûdaw)