Serrûpel Nûçe Fermandarê giştî yê asayîşa Rojana Ciwan Îbrahîm ji kar hate avêtin

Fermandarê giştî yê asayîşa Rojana Ciwan Îbrahîm ji kar hate avêtin

Belav bike

Fermandeyê Giştî yê Asayişa Rojavayê Kurdistanê Ciwan Ibrahîm ji posta xwe hate dûrxistin.

Nûcan û Bekdaş û Bijar li şûna Ciwan Ibrahîm hatin destnîşankirin.

Çavkaniyê da zanîn, ku Nûcan berê di Fermandariya Hevbeş a Asayişa Rojava de bûye, herwiha Bekdaş jî di Fermandariya Giştî ya Asayişa Efrînê de bûye. Lê Bijar berê di Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî de bûye.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku sedema guhertina Ciwan Ibrahîm û dûrxistina wî, ew e ku wî di rojnameya Ukaz a Erebîstana Siûdiyê de, li dijî Îranê daxuyanî dane.

Ciwan Ibrahîm di sala 1983ê de li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 2013an weke Fermandeyê Giştî yê Asayişa Rojava hatiye destnîşankirin.