Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona rûsî RT (Rusya Today) got heta niha ti biryarek derbarê paşxistina giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de tune ye.
Barzanî diyar kir ku wan eşkere ji McGurk re got, ku dem ji bo giştpirsiyê guncayî ye.
Barzanî diyar kir, ku ji bo birêvebirina vê pêvajoyê Komîsyona Bilind a referandumê hatiye sazkirin.
Serokwezîr got roja 25ê Îlonê referandum tê kirin.