Tenê 2 roj beriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji bo razîkirina kurdan pêşniyarek pêşkeşî Serokê Herêmqa Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Lê êdî pir dereng bû, ku bikarin pêşiya proseya giştpirsiyê bigrin.
Malpera Blomberg a amerîkî, nameya dawîn a 2 roj beriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê belav kir û ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyara dawîn a Amerîka, Brîtanya û Iraqê ya derbarê paşxistina giştpirsiya 25ê Îlonê de qebûl nekir.
Li gorî Blombergê wan welatan pêşniyar kiribûn, ku di bin çavdêriya wan de, ji bo zêdekirina desthilata xwerêvebirinê danûstandin di navbera kurdan û Bexdayê de were kirin û egera serxwebûnê jî bi piştgiriya civaka navdewletî pêk were.
Li gorî reşnivîsa nameya ku Rex Tillerson roja 23ê Îlonê ji Barzanî re şandiye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşniyar dike, bi piştgiriya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî, di nava salekê de navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de, ji bo çareserkirina hinek pirsên giring guftugo were kirin.
Rapor dibêje, pêgeha hêzên pêşmerge, rrêkeftina taybetî ya derbarê geştên esmanî yên sivîl ên Herêma Kurdistanê, parvekirina dahata nîştîmanî ya petrolê, rewşa bajarê Kerkûkê û navçeyên nakok û herwiha nûneratiya dîplomatîk a dîplomatên Barzanî ya li paytextên derve, di nava vê pêşniyarê de cîh digirtin.
Lê ji ya hemûyan jî giringtir, di nameya xwe de Rex Tillerson dibêje, “Eger ji ber baweriya xirab a Bexdayê danûstandin negihiştine encamê, wê demê em amade ne pêwîstiya giştpirsiyê nas bikin.”
Malpera Blombergê dibêje, trajediya vê xelekê ew e, ku Barzanî û berpirsên din ên kurd hemûyan jî soz dane, ku giştpirsî nayê wateya ragihandina serxwebûnê. Lewra bang li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirine da ku dest bi danûstandinan bike.
Li gorî raporê êdî kar li ser vê pêşniyarê nayê kirin, ji ber ku di 24 demjimêrên dawîn de pêşmergeyên kurd û mîlîsên iraqî bi tevê Artêşa Iraqê li Kerkûkê bi awayeke pir bi metirsîdar nêzîkî hev bûne. Kerkûk bajarekî bi petrolê dewlemend e û dîktatorê berî yê Iraqê Saddam Husên kurd ji bajêr derxistine. Di sala 2014ê de, piştî ku Artêşa ıraqê li hember êrîşa DAIŞê şkest, Kerkûk kete destê pêşmerge. Di van rojên dawîn de Barzanî hêzeke zêde şandiye navçeyê.
Nameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê
Reşnivîsa dawîn – roja 23ê Îlonê
Birêz Serok Barzanî..
Ez vê nameyê bi navê Amerîkayê ji bo derbirîna rêzên xwe yên kûr ên li hember cenabê te û gelê Kurdistana Iraqê dinivîsim. Ev bi dehan sal e peywendiyên me yên bi hêz hebûne û em dixwazin ev peywendiya me bi dehan salênd in jî berdewam bike, ji bo vê em bi biryar in.
Di heyama 3 salên derbasbûyî de karên me yên bi hevre û bi taybetî jî biryarên cenabê te yên bi wêrekî ji bo hevkariya temam a li gel hêzên ewlekariya Iraqê, pêşveçûna tekoşîna li dijî DAIŞê guhert. Em li hember qurqaniyên pêşmerge rêzê digrin û ti caran jî wan ji bîr nakin.
Di vê demê de, mijara giştprisiya 25ê Îlonê ya li ser diyarkirina paşeroja Herêma Kurdistanê li pêşiya me ye. Me nîgeraniya xwe aniye ziman. Sedemê vê nigeriniyê ew e, ku şerê DAIŞê berdewam dike û operasyona Hewîceyê li pêş me ye. Herwiha rewşa ne diyar a herêmê û berqerarkirina navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û misogerkirina nevegera DAIŞê. Ji lewra, ji bo gihiştina armanca we û ji bo garantîkirina aştî û aramiya herêmê ya piştî şerê DAIŞê, em ji we daxwaz dikin, ku vê alternatîfê qebûl bikin.
Ev pêşniyara alternatîfê, çarçoveyeke ji bo danûstandinên lezkirî yên li gel hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Serokwezîr Ebadî de. Di çarçoveya van danûstandinên lezgîn de hemû tişt vekirî be û bi tevê egera guhertinan, ji salekê zêdetir dirêj nebe. Armanc ew e, ku pirsên sereke yên di navbera Bexda û Hewlêrê de werin çareserkirina û peywendiyên herdu aliyan di paşerojê de were diyarkirin. Di heman demê de emê hewl bidin pêwîstiyên we yên lezgîn ên ewlekariya aborî jî binirxînin.
Birêz Serok, em nîgeraniyên we yên 10 salên dawî û herwiha ji sala 1921ê de, xeletiyên dîrokî yên ku gelê kurd li Iraqê rû bi rû bûne fêm dikin. Em pêwîstiya peydakirina rêyekê dibînin ji bo bikarin bersiva pêwîstî û daxwaziyên hemû rêgez, ol û pêkhateyên etnîkî yên li ser vê axa dêrîn dijîn, bidin. Ev yek ji bo ewlekariya we û seqamgiriya herêmê pir giring e. Ji ber van sedeman tevan, siyaseta Amerîkayê di serdema rêveberiya Trump de ew e, ku hemû karên me ji bo alîkariya we û hikûmeta navendî be da ku hemû pirsgirêkên giring werin çareserkirin. Em we piştrast dikin, ku hemû hêz û giraniya me dê li pişta vê çarçoveya nû be ji bo danûstandinan.
Ji vê jî zêdetir, em amade ne karhêsanî bikin da ku demildest Civata Ewlekariya Navdewletî zêdetir piştgiriyê bide vê proseyê. Herwiha em amade ne karhêsaniyê bikin da ku piştgiriya temamî ya rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hevbeşên me yên giring ên weke Brîtanya û Fransayê bidest bixin. Ev yek derfeteke mezin e, ku em ji cenabê we dixwazinw eke alternatîfekê ji bo giştpirsiya plankirî qebûl bikin. Em bawer dikin, ku dê encamên metirsîdar ên vê giştpirsiyê hebin û herwiha dikare armancên me ber bi dawiyê ve bibe.
Dema dîroka gelê kurd li ber çav tê girtin, em dibînin ku ev pêşniyar weke şansekî dawiyê ye. Lê bi taybetî jî piştî serkeftina we ya dîrokî ya li hember DAIŞê, herwiha piştî hevkariya bê wêne ya di navbera hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê de û piştgiriya bi hêz a navdewletî, em bawer dikin, ku divê ev şans were bikaranîn. Bêguman di dawiya vê pêvajoyê de eger danûstandin gihiştine encamekê qebûlkirî yê hevbeş an jî eger ji ber niyeta ne baş a Bexdayê serneket, emê pêwîstiya we ji bo referandûmê nas bikin.
Li beramberî alîkariyên em bikin ku di çarçoveya diyolagoke cidî de dikare bibe alternatîvek ji bo paşxistina giştpirsiya plankirî, daxwaza me ew e hûn divê li ser van mijaran dilsoz bin:
Di serî de bingeha rêketineke hevbeş a dahatûyên peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li ser li hev bikin; danûstaninên bi Bexdayê re ne. Divê rêyên mizakereyên aştiyane biryar li ser bê dayîn ka encam dê federalizm, konfederasyon an jî serxwebûn be.
Duyem; Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de hevalbendê sereke yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bin. Ji aliyekê ve hûn dê hevkriyê ligel hêzên iraqî bikin û ji aliyê din ve Hêzên Pêşmerge dê alîkariyên pêwîst ji hêzên hevpeymaniya navdewletî werbigre. Amerîka dê taybetî li Şingalê cihên piştî kontrolkirina DAIŞê aramiya wê têk çûye dê hewl bide alîkariyên zêdetir pêşkêş bike. Ji bo raramiya van herêman pêwîst e em bi hev re kar bikin.
Sêyem; sînorên Herêma Kurdistana Iraqê dê di çarçoveya madeya 140ê de ligel Bexdayê bi rêyên mizakereyan bê diyarkirin. Amerîka ji bo heyameke diyarkirî ev pirs bi lez bê çareserkirin dê ligel Neteweyên Yekbûyî û bi havkariya hikûmeta Iraqê alîkariyê bide.
Çarem; em hêvî dikin ku hûn hêza xwe ji bo emcandana hilbijartinên giştî yên 2018ê bi erênî bikar bînin û hevkariya hikûmeta Iraqê ya di bin rêveberiya Heyder Ebadî de bikin û herwiha piştî hilbijartinan jî ji bo avakirina hikûmete bibin alîkar. Ezmûn û serperiştiya we dê piştî heyama nemana DAIŞê ji bo tevahiya herêmê gelek girîng be.
Ligel mizakereyan di heman demê de em dê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di heyama saleke de çareser bibin alîkariyê bikin:
Sepandina rêkeftinên parvekirina budçeyê û desthilatdariyeke bi wat.
Bicîkirina madeya 140.
Çareserkirina nûneriya pêşmerge, diplomatîk, asmaniya sivîl û çend mijarên din ên weke van.
Em di wê baweriyê de ne ku hûn vê name û alternatifê bi biryareke wêrek qebûl bikin û li hemberî DAIŞê piştî fedekarî û serkeftinên me yên hevbeş di navbera Amerîka, Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bingeha derfetên dîrokî dê bê danîn. Ez li ser navê Amerîka, Serok Donald Trump û tevahiya tîma Ewlekariya Niştîmanî dibêjem em pê şanaz in ligel we dixebitin.
Ligel rêzdariyê
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson