Serrûpel Nûçe Tirkiyê: PYD wê beşdarî konferansa Soçî nebe

Tirkiyê: PYD wê beşdarî konferansa Soçî nebe

Belav bike

Jêderên wezareta derve ya Tirkiyê eşkere kirin ku wê PYD beşdarî konferansa Soçî nebe.

Wezareta derve ya Tikriyê dibêje, divê Kurd beşdarî Soçî bibin, lê belê PYD partiyeke terorîste nabe beşdar bibe, ev li gor idîaya wezareta derve ya Tirkiyê.

Tirkiyê bi her awahî hewl dide ku PYD û YPG bi tu awahî beşdarî danûstandinên navdewletî nebin ji bo çareserkirina krîza Sûriyê tên li darxistin.

Ji bo Konferansa Niştimanî ya Sûrî jî li Soçî, wê Tirkiyê, Îran û Rûsya jî razî bike ku tu rola PYD di wê konferansê de tune be.

Hikûmeta Tirkiyê dibêje, nabe rola PYD di pêşeroja Sûriyê de jî hebe.