Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî: Divê Bexda dest zimanê tehdîdê berde

Mesrûr Barzanî: Divê Bexda dest zimanê tehdîdê berde

Belav bike

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, divê Bexda dest ji zimanê gef û cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê berde.

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkevta sala nû ya zayînî peyamek belav kir.

 

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, sala nû ya zayînî li hemû gelê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir, ku sala nû bibe saleke xweş û aram ji bo her kesî ê hêvî kir, di sala nû da dawî bi şer, tundûtîjî û nearamiyan were û aştî û aramî zal bibe.

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di vê peyama xwe de behsa rewşa Kurdistanê û helwesta Bexdayê li hembe Herêma Kurdistanê jî dike û dibêje, ew rewşa ku niha gelê Kurdistanê têde ye, ji ber siyaseta xweferzkirina Bexdayê ye.

 

Mesrûr Barzanî dibêje: “Hatina sala nû di demekî deye ku Kurdistan hevdem li gel qurbanîdan û serkevtinên mezin ên li dijî terorîstên DAIŞê û gihandina peyama xwe ya aştiyane bi rêya proseseyeke demokratîk, lê ji ber lîjîka xweferizkirinê ya Bexdayê û komployeke piralî û înkarkirina mafên gelê Kurdistanê, niha welatiyên Kurdistanê di nava rewşeke nexwestî de ne û di nava rewşeke nebaş de dijîn.”

 

Mesrûr Barzanî herwiha diyar dike, çareya herî baş bo arîşe û kirîzên Kurdistanê, hilbijartinên giştî ye. Barzanî di vê bareyê de tekez dike: “Hevdeng li gele tavahiya welatiyên Kurdistanê, daxwaz ji aliyên siyasî dikim daku bo çareserkirina kêşeyên navxweyî, parastin û pêşvebirina Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan weke bijardeya herî baş hewlên xwe bihêztir bikin.”

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dide xuyakirin, ku divê Bexda dest ji zimanê gafan berde û gelê Kurdistanê ceza neke û guh bide gaziyên aştiyane yên Kurdistanê.

 

Mesûr Barzanî  dibêje: “Hêvî dikim ku Bexda dest ji zimanê gefkirinê, cezakirina giştî û çêkirina aloziyan û xweveşartina ji bangewazên aştiyane yên Kurdistanê yên ji bo çareserkirina kêşeyan, ku xweziya civaka cîhanî ye, berde.”

 

Di dawiya peyama xwe de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê hêvî dike, ku “cîhana azad rêz ji kelem û qurbanîdan û xwestekên azadane û mafa çarenivîsa gelê aştîxwaz ê Kurdistanê bigire.”

 

Barzanî spasiya malbatên şehîdan, pêşmergeyan û hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê jî dike û dibêje: “Her bi vê minasebetê careke din spasiyên xwe pêşkêşî malbetên tevahiya şehîdên serfiraz, pêşmergeyên qehreman û can li ser destên pêkhateyên Encumena Asayişa Kurdistanê, berxwedan û dilsoziya welatiyên Kurdistanê dikim, ku bi berdewamî hêza bêdawî ya parastin û bidestxistina destkevtan e.” (Rûdaw)
Nivîsîn: Sîna Soma