Serrûpel Nûçe Ew kes 40 rojan hatine îşkencekirin (vîdyo)

Ew kes 40 rojan hatine îşkencekirin (vîdyo)

Belav bike

3 xortên ji bajarê Kobanî yê Rojavayê li Mûsilê karê kolandina bîran dikirin, hatine girtin û tohmeta endamtiya DAIŞê xistine stûyê wan.

VÎDYO

3 welatiyên Kurd ji Kobanî, 2 kes ji wan birayê hev in, yê din jî pismamê wan e,  ew li Mûsilê hatibûn girtin û bi cezayê heta hetayê ji aliyê dadgeheke Bexdayê ve hatin cezakirin û malbatên wan daxwaza serbest berdana zarokên xwe dikin.

 

Hersê kesên li Musilê karê kolandina bîran dikirin par 10  Tebaxê dema ew li ser karê xwe li  Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin, û niha jî dadgeha Resafe ya Bexdayê ew bi cezayê heta hetayê mehkûm kirin.

 

Dadgeh idîa dike ku ew her sê kes endamên DAIŞê bûn, lê malbatên wan jî dibêjin ew idîa derew e û ew 40 rojan hatine îşkencekirin û di bin îşkencê de îfade ji wan hatiye standin.

 

Malbatên wan her kesên ji Kobanî ku niha li Hewlêrê ne, belgeyên fermî yên zarokên xwe nîşan didin, ku ji bo kar hatine vir, û mafê rûniştinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mafê parastinê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî wergirtine, û bi kaxezeke fermî ji hikûmeta Iraqê li  Mûsilê kar dikirin.

 

Xelîl Mihemed Qolaxa birayê herdu gencên girtî ji Rûdawê re diyar kie Dadgeha Elresafê 17.12.2017 cezayê zindana hetahetayî li ser her sê gencan birî û malbat nikarin herin zarokên xwe bibînin ji ber ku nişîngeha wan a iraqî nîne.

 

Bavê yekî ji girtiyan Hisên Qolaxa jî anî ziman ji ber DAIŞê ev malbat ji Kobanî derketin, niha jî hikûmeta Iraqê wan bi tohmeta endamtiya DAIŞê ceza dike û ew niha li Zindana Navendî li Firokexaneya Mûsenayê girtî ne.

 

Herwiha dayika yekî ji girtiyan jî dibêje ew  bi hêvî ne ku zarokên wan serbest bêne berdan ji ber ku ew bê guneh in, gunehê wan tenê ew bû ku ji xwe re kar dikirin.

 

Endameke Komisyona Bilind a Mafê Mirovan li Iraqê, daxuyakirin ku ewê bi xwe doza girtina her 3 welatiyên Kurd yên ji Kobanî li Bexdayê bişopîne, û daxwaz kir ku malbatên wan her 3 girtiyan bi awayekî yasayî dozekê tomar bikin.