Serrûpel Nûçe Rewşa herî dawî ya Efrînê

Rewşa herî dawî ya Efrînê

Belav bike

Hêzên Tirkiyê çend gundên Cindirês û Reco li Efrînê bombebaran kirin û YPGê jî bersiva êrîşan da, çavknaiyekê ji nav Efrînê ragihand ku hêzên Tirkiyê ji nav 3 gundan vekişiyan û Tirkiyê jî dibêje heya niha bi tenê 2 leşkerên wê hatine kuştin.

Nûçegihanê Rûdaw li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê li hember Efrînê, ragihand ku Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina çend navçeyên Efrînê kiriye û herî zêde gundê Hemamê yê girêdayê Cindirêsê hatiye topbarankirin, û got: li çend gundên Reco şerekî dijwar di navbera şervanên YPGê û Artêşa Tirkiyê û milîsên girêdayê wê de derketiye.

Wezareta derve ya Tirkiyê jî dibêje: Heya niha bi tenê 2 leşkerên Tirkiyê di şerê bi ser Efrînê de hatine kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî dibêje: di şerê 3 rojan de, 53 kes ji wan hêzên ku êrîşî ser Efrînê kirine, hatine kuştin.

Parêzerê Kurd ji nav bajarê Efrînê, Şêxo Billo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku heya niha Artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayê wê bi tenê gundek jî negirtine, bi tenê duh derbasî nav 3 gundên navçeya Bilbilê bibûn, lê di bin bandora bersivdayina YPGê de, ew hêz naçar bûn ku paşde vekişin û careke din derbasî nav sînorê Tirkiyê bûn.