Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanal a BBC ya Brîtanî tekez kir ku, ew ji biryara referandûmê poşman nebûye.
Ji ber ku, referandûm biryara xelk û aliyên siyasî yên Kurdistanê bû. Herweha Amerîka û civaka navdewletî ti bijardeyek din li cihê referandûmê pêşkêş nekirin.
Li ser rewşa Efrînê jî Serok Barzanî tekez kir ku, şer ne çareseriye û ew daxwaza rawestandina şer dikin.Derbarê rêkirina hêzên pêşmerge bo Efrînê serok Barzanî got ku, şandina pêşmerge pirsgirêkan çaresernake, baştirîn piştgirî dikarin bikin ew ku, hewla bidawîbûna êrîşan bikin.
Di vê hevpeyvîna xwe de serok Barzanî behsa şandina pêşmergan ji bo rojavayê Kurdistanê û pirsa êrîşa li Efrînê jî dike.