Serrûpel Nûçe Berdevkê HSD: Şervan Derwêş nemiriye

Berdevkê HSD: Şervan Derwêş nemiriye

Belav bike

Berpirsê navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk ji Rûdawê re daxuyakirin ku heya niha Şervan Derwîş zindî ye û rewşa wî baş e, û ew nûçeyên ku behsa mirina wî dikin ne rast in.

Piştî ku di roja 24ê vê mehê de, hewla terorkirina berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş hatibû dayin, xwestibû wî bikujin, di encamê de hatibû birîndarkirin, îro nûçeya mirina wî ji aliyê medyaya Tirkiyê ve hat belavkiirn, lê ew nûçe ji aliyê HSD ve hat redkirin.

Berpirsê navenda ragihandinê ya HSD, Mistfa Balî taybet ji Rûdawê re ragihand, ku ew nûçe ne rast e, û heya niha Şervan Derwîş zindî ye, û rewşa wî ya tendirustî baş e.

Balî daxuyakirin ku ev ne cara yekê ye medyayên Tirkiyê, nûçeyên bi vî awayî derbarê fermandarên HSDê de belav dikin, lê ew nûçe ne rast derdikevin.