Kurê Mam Celal, Qubad Talebanî bi tundî êrişî cîgirê berê yê Mam Celal, Berhem Salih kir û ragihand, piştî ku pere nema dest ji YNKê berda!
Her ku hilbijartinên Iraqê nêzîk dibin, hevrikiyên partiyên siyasî û namzedên wan jî germtir dibe.
Li devera Silêmaniyê hevrikiya herî tund di navbera YNKê û partiya Berhem Salih de heye.
Li gorî malper û çavkaniyên nêzîkî YNKê, kurê Mam Celal, Qubad Talebanî di mîtîngekê de bi tundî êrişî Berhem Salih kiriye û gotiye, hinek kes heta dirav hebû li nav YNKê de bûn lê dema dirav nema, veqetiyan û niha jî behsa kêmasiyên hikûmetê dikin!
Qubad Talebanî, ku cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye jî, navê Berhem Salih nehaniye ser ziman lê gotiye, yek ji wan kesan du caran serokê hikûmetê bûye û carekî jî cîgirê serokê hikûmeta Iraqê bûye û demek dirêj jî cîgirê Mam Celal bû!
Kurê Mam Celal bang li Berhem Salih kiriye ku çima wê demê nekariye reforman bike û gotiye, kesên wisa bê wîjdan in û li dijî YNKê komplo dikin! BASnews