Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu got dibe ku parlamenterê HDP Altan Tan bibe kandîdê partiya wan di hilbijartinên 24 Hezîranê de ji bo parlamentoya Tirkiyê.
Altan Tan Kurdekî naskirî ye û rexne li HDP kir û got ku çepên Tirk dest danîne ser HDP.
Altan Tan, berî ku bibe parlamenterê HDP, endamê lijneya rêvberiya partiya Saadetê bû.