Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) 6 kesên ku destê wan di kuştina hevserokê komîteya pêwendiyên giştî ya Encûmena Sivîl ya Reqa de hebû, serbest berda.
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku ew 6 kes destê wan di kuştina (Omer Elûş) hebû, serbest berdan.
Serbestberdana wan bi riya serokeşîrên Ereb çêbû.
Rewangeha Sûrî, radigihîne ku bi navbênkariya serokeşîrên Ereb asayîşê çend çekdarên DAIŞê jî berdabûn.
Omer Elûş di heman demê de, endamê ofîsa pêwendiyên Encûmena Sûrya Demokrat bû, ku di 15ê Adara derbasbûyî de li mala xwe li Girê Sipî kuştî hatibû dîtin.