Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Remezanê li malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û misilmanên Kurdistanê pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Hatina cejna Remezana pîroz li hemû misilmanên xweşdiviyê Kurdistanê, li her cîheke cîhanê bin, pîroz bê.
Germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û hêzên asayişa navxwe dikim.
Rojî û îbadetên we qebul bê û we cejnekî pir bi aramî û şad hebê.
Mesûd Barzanî
29 ê Remezan 1439 ê Koçî
14.06.2018 Zayînî”