Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê nirxandinên girîng kirin û got: “Li gorî baweriya min, ev desthilatdarî li ber çûyînê ye. Wê vê hilbijartinê winda bike. Heke ku gel xwedî li sindoqan derkeve, ez bi bawer im wê deriyê serdemeke nû vebe.”
Sibê hilbijartinên 24ê Hezîranê ya serokomariyê û parlamentiriyê yên Tirkiyê tên lidarxistin. Îro roja dawî ya xebetên hilbijartinê ye. Di kampanyaya hilbijartinê de siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî li qadan xebatên hilbijartinê birêve bir û tev li mitîngan bû. Turk derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji ajansa me Mezopotamyayê (M A) re axivî û nirxandinên girîng kir. Beşek ji hevpeyvîna Turkî wiha ye:‘DESTHILATDARÎ LI BER ÇÛYÎNÊ YE’
Turk “Ji bo guhertina pergalê refleksên micid hene. Guhertina pergala wek pêlan xuya dike. Di warê çûyîna vê pergalê de ez gelek bi hêvî me. Di mijara parlamento dê êdî cuda be ez gelekî bi hêvî me. Ev desthilatdarî li ber çûyînê ye. Ez difikirim ku wê ev desthilatdarî winda bike. Li vî welatî di serê her kesî de pirsek heye. Gelo em ê dikaribin van hîleyan asteng bikin? Wê di hilbijartinê de dek û dolab hebin gelo? Gel bi guman nêz dibe. Gel herî zêde vê yekê dipirse. Hêza Erdogan a niha di kêmî 50 ji sedî ye. Lê em jî ji bo hîleyan bi endîşe ne. Divê hemû partiyên dijberiyê tevbîrên xurt bigirin. Heke ev tevdîr bên wergirtin ez wisa bi bawer im ku wê deriyekî nû û serdemek nû vebe.”
‘JI BER KU DIHEJE FERMANA ZEXTAN DIDE’ Turk da zanîn ku Erdogan dixwaze bi du sedeman HDPê di bin bendê de bihêle û got: “Sedemek vê yekê ew e ku hebûna gelê kurd naxwaze û li dijî gele kurd dijminiyê daye destpêkirin. A din jî naxwaze gelê kurd li ser axa Rojhilata Navîn bibe xwedî statû û destkeftiyên xwe bi dest bixe. Ji ber vê sedemê bi ser gelê kurd ve tê. Dixwaze gel biçewisîne û ji siyasetê sar bike. A din jî dibine ku HDP benda ji sedî 10 derbas dike û wê li parlamentoyê desthilatdariya wî biheje, dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle. Dizane ku nikare pargala xwe ava bike. Ji ber wê jî bi gef û gur gotinan li dijî Demîrtaş dibêje û êrîşî HDP’ê dike. Êdî bi tu awayî nikarin kurdan bidin bawer kirin. Niha jî plansaziya ku bila nekevin parlamentoyê dikin. Lê li gel hemû astengî û êrîşan jî em ê siyaseta demokratîk ji bo azadkirina gelan birêve bibin. Em ê siyaseta demokratîk a alternatîf li pêş bixin. Em bê alternatîf nîn in.”
‘HEKE PIRSGIRÊKA KURD TUNE BE, DERDÊ KURDAN JI BO ÇI YE?’
Turk daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan a “pirsgirêka kurdan nîn e” jî nirxand û wiha dewam kir: “Heke ku pirsgirêka kurdî tune be, ev derdê kurdan ji bo çi ye. Heke em her roj di zîndanan de bin û em daxwaziya maf, azadî, edaletê û demokrasiyê bikin pirsgirêka kurdî heye. Ji bo gelê kurd û siyasetmedarê wan di girtîgehê de ne pirsgirêka kurd tune ye gelo? Her roj kurd berdêlê didin. Niha derdikeve dibêje ‘Pirsgirêka kurdî nîn e’ bi rastî nîn e gelo? Hemû rastî û heqîqet li holê ne. Hemû pêvajoyên hatine serê me li holê ne. Niha ku kurd li Efrînê tunebûna wê ev mexduriyet biqewimiya gelo? Heke li Başûr ku gel ne kurdbûna wê ewqas li dijî referandûmê bertek nîşan bida? li her devera cîhanê kurdan potansiyelek talûke dibinin. Li ser gelê Kurd hemû polîtîkaya tunekirinê didin birêve birin. Hemû mesele ev e.”
HEKE MUHTACÎ ÇÎLER BÛBE, REWŞA WÎ YA XERAB NÎŞAN DIDE’ Turk di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çûyîna serokwezîra berê Tansu Çiller a mitînga AKP’ê û wiha got: “Tansu Çiller û Mehmet Agar navên ku ji aliyê me ve tên nasîn. Mîmarên bûyerên kiryar ne diyar in. Fermana kuştina gelek mirovan dan. Wî bixwe jî berpirsê van kiryarên ne diyar rexne dikir. Heke ku niha muhtacî van bibûye, tu tiştek ku bê gotin nîne. Heke ku muhtacî kuştinên ne diyar pêk anîn bibûbe, dide nîşandan ku ew di çi rewşê de ye.”
‘JI BO DENGAN ZÊDE BIKE OPERASYONA QENDÎLÊ TÎNE ROJEVÊ’
Turk operasyonên muhtemel a li dijî Qendîlê jî nirxand û ev tişt got: “Ji bo ku du sê puanan bi dest bixe, sînyala operasyonan dide. Ji bo hilbijartinê winda neke, operasyona li dijî Qendîlê tîne rojevê. Dixwaze bi van gotinan aliyên faşist û nijadperest bikişîne aliyê xwe. Divê mirov operasyona Qendîlê ji bo hilbijartinê fêm bike.”
TURK BANGA XWEDÎ DERKETINA SINDOQAN KIR
Turk di dawiya axaftina xwe de banga hişyariya dengan û sindoqan li gel kir û got: “Tenê parastina dengan têre nake, divê em xwedî li sindoqan derkevin. Divê tu kes rê nede dek û dolaban. Lazim e ji bo sindoqan her kes bi hestiyar tebigere. Pêwîst e xebatkar û muşahît ji ser sindoqan bigire heta xelasbûna jimartina dengan encaman bişopîne.” Sputnik