Bûbê Eser
Piştî têkçûna komara kurd li Mahabadê, li seran serê Kurdistanê û heta li cihanê jî hemî kurd bê deng bûn. Tirs û xofekê xwe bera nava wan dabû. Hemî serîhildan û berxwedanên li kurdistanê têk çû bûn.
Piştî vê jî li seranserê kurdistanê dagirkeran dest bi qirkirin, wêranî û komkujiyê kiribûn. Kurd ji cih û warê wan rakirin, wêranî,û kuştinên bê hempa destpê kirin.
Wan kiryar û bûyerên qirêj ku hemî kurd li seranserê kurdistanê bêdeng û bê hêvî kiribû. Êdî dijminan, hevalbendên wan û hin kurdan jî bawerî anîbûn ku kurd qediyan.
Lê ji bona kurd neqedin, bê hêvî û bawerî nemînin, Piştî têkçûna komara Kurd li Mahabadê Barzaniyê mezin li gel 512 pêşmêrgeyên xwe ê qehreman berbi sowyetê de meşiyan û ew meşa dirêj ji nû de bû hêvî û desthilanîna kurdan.
Barzaniyê mezin û pêşmêrgeyên qehreman li sovyetê jî gelek tade, êş û azar dîtin. Lê tu caran bê hêvî nebûn. Wan dixwestin rojekê vegerên, wê bê hêvîtiya Kurdan û tirsê ji ser wan rake. Her weha jî bû.Bi teqîna guleya ewil ya şoreşa îlonê, kurd hatin ser heşê xwe û ji nûde li tevgera xwe xwedî derketin…
Niha jî rewşa kurdan hema hema weke wê demê yê. Kurd li bakurê kurdistanê hatine xesandin û bêdeng kirin, li rojavayê Kurdistanê kirinin zilma desthilata Sûrî û hevalbendên wan yên kurd, têne zanîn û dîtin. Li Rojhilata Kurdistanê her çiqasî hêvî., bawerî û berxwedan hebe jî, şert û zirûf gelekî zehmet e.
Ji ber vê ye hêviya hemî kurdan dîsa maye Barzaniyên ku her tim armanca wan azadî û serxwebûna kurdistanê ye. Ji ber vê ye hemî kurd bawerin ku heger Barzanî tiştna nekin wê êdî mesela kurd û kurdistanê bi destên kurdên xulamokên dagirkeran têk here.
Em dibînin, dixwînin ku piştî wê xencera jahrî ku di 16 cotmeha sala 2017 li pişta Barzaniyan ket, birîn vekir, lê weke her car Barzaniyên hemî xebatên wan ji bona azadiya kurdistanê ye xwe şaş nekirin.
Piştî demek kurt, dîsa destbi xebatê kirin. Dest bi karê dîplomasiyê kirin, ketin nav pêşmêrgeyên xwe,ew ji nûde tanzîn kirin da ku bê hêvî û moral nebin.
Barzaniyan bi vê xebat, cahd û berxwedana ji bona ragihandina dewleteke kurdî, kurd dîsa zîndê kirin. Bi hemî hêz û qawetên xwe dest avêtin karê dîplomasiya navneteweyî.
Brêz Serokwezîrê kurdistanê Nêçîrvan Barzanî karê xwe yên dîplomasiyê ji nûde zîndî kir. Derd û êşa gelê xwe ji nû de wan hevdîtinan de anî zimên. Kete nava kar û xebata dîplomasiyeke navneteweyî, ji bona doza gelê kurd ya rewa bi dest bixe.
Ji aliyê din ve jî brêz Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî jî karê xwe yê dîplomasiyê jidand. Civîna wî ya talî ku li Brukselê û di roja 11.7.2018an li salano YE de pêk hat.
Ew civîn mizginî bû, ew civîn sînyala kurdên bibin xwedî dewleta xwe bû. Ew civîn ji nû de zîndîkirina kurdan bû. Ji ber ku di wê civînê de tenê ala Kurdistanê û ya YE hebû. Tunebûna ala Iraqê mizginiya Kurdistana serbixwe ye…
Li gor min ew civîna li salona YE sînyala ragihandina dewleta kurdî bû. Ev ji axaftina nûnerê YE û ya brêz Mesud Barzanî de diyar dibû. Weke gelek caran vê carê jî di wê civînê de serokê Kurdistanê brêz Mesud Barzanî, hemî êş, keder, tade wêraniya hatibû serê gelê xwe anî zimanên û got çareseriya vê tenê damezrandina dewleteke kurdî ye.
Her weha brêz anî zimên ku ragihandina deweleteke kurdî ya serbixwe wê terora li ewropa kêm bike. Diyar kir ku wê dewleta kurdî li gel pêşmêrgeyên xwe yên qehreman li rojhilata navîn li hember terorê tekoşînê bide.
Daxwazî û sînyaleke nû, geş û zîndî ji bona ragihandina dewleteke kurdî hebû. Loma jî divê kurd vê yekê baş bizanibin ku heta Barzanî hebin dê kurd bijîn û zîndî bin. Heta Barzanî hebin, divê kurd bê hêvî nebin. Heta Barzanî hebin wê rojekê ji rojan bi destê Barzaniyan ala kurdistanê weke a dewleteke serbixwe, di qada navneteweyî de bê hildan.
Li bendê bin ew roj ne dûr e…
(BASnews)