Parlemanterê Kurd ê di Parlemantoya Sûriyê de Omer Osê li ser hevdîtinên di navbera MSD û rêjîma Sûriyê de ji K24ê re ragihand, hevdîtin erênî bû û dê bandora wê li ser pêşeroja Sûriyê û bi taybet bakurê rojhilatê Sûriyê re hebe.
Omer Osê aşkere kir, “Şanda MSDê li Şamê bi Berpirsê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî Lîwa Elî Memlok û şêwirmendên wî re civiya, ku ew ji aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed ve bi dosya Kurdî û bakurê rojhilatê Sûriyê erkdar e.”
Amaje bi wê yekê kir jî, dê hevdîtinên din jî di navbera MSD û rêjîma Sûriyê de hebin û MSDê bixwe jî diyar kir ku dê komîte di warên leşkerî, siyasî, destûrî, yasayî û xizmetguzariyê de bêne avakirin.
Herwiha Omer Osê got, derbasbûna rêjîma Sûriyê bi hêza xwe ya leşkerî û medenî jî bo deverên Kurdî re despêkeke baş e.
Amaje bi wê yekê kir jî, Divê aliyê Kurdî berfereh bibe û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî (HNKS), Partiya Pêşverû, Insiyatîva Kurdên Sûriyê û kesayetiyên niştimanperwer û rewşenbîr û serbixwe jî tevlî şanda MSDê bibin.
Derbarê çarenivîsa Rêveberiya Xweser û dam û dezgehên ku hatine avakirin de, Omer Osê got: “Divê em Kurd hişmend bin û kevirê xwe mezin nekin. Divê em tiştên maqûl bixwazin û hikûmet jî karibe wê pêk bîne. Ez ne peyvdarê hikûmetê me, lê wek parlemanterekî serbixwe dibêjim Sûriye ji bo awayekî nenavendiya îdarî amade ye.”
Herwiha got jî, li Sûriyê qanûna îdara mihelî (xwecihî) ji sala 1972an ve heye û yasaya 107 û rastvekirinê wê ya sala 2011 (wî got 2012) de heye, heger ew qanûn û yasa bêne bikaranîn, dê mafê Kurdan di destûrê de bêne misogerkirin.”
Li ser çarenivîsa hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî Parlemanterê Kurd ê di Parlemantoya Sûriyê de got: “HSD dikare bibe beşek ji artêşa Sûriyê ya pêşerojê.”
Li ser hebûna baregehên Amerîk û Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û çawaniya birêvebirina kêlgehên partolê, Omer Osê got: “Ne Amerîkî, ne Fransî, ne NATO û ne Hevpeymaniya Navdewletî mafê Kurdan misoger nakin. Riya tekane li pêşiya me wek Kurdên Sûriyê, riya Şamê ye.”
Herwiha got: Divê petrol veger ji Sûriyê re. li gor zanyariyên min jî Amerîkî ji van hevdîtinan ne dilgiran in, ji ber ku bi dawiya sala 2018an re hemû hêzên Amerîka dê ji Sûriyê vekişin.” K24