Serrûpel Nûçe Serok Mesûd Barzanî piştgiriya serhildana xelkê Besra kir ji bo mafê wan...

Serok Mesûd Barzanî piştgiriya serhildana xelkê Besra kir ji bo mafê wan yê rewa

Belav bike

 

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Em bi rûdanên bajarê Besra û mirin û birîndarbûna xelkê nerazî û pêşhatên çend rojên borî yên wî bajarî nîgeran in. Ez hevxemî û serexoşiya xwe pêşkêşî malbat û mirovên qurbaniyan dikim û hêviya wê dikim ku birîndar zû baş bibin.

Helbet xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê mafekî xelkê ye lê em di wê baweriyê de ne mafê xelkê wî bajarî heye xwedan jiyanek hêja bin. Tiştekî sosret e ku li dewlemendtirîn bajarê cîhanê de av nebe û nexweşî di nav xelkê de belav bibe, ti hêcetek vê mehrûmiyet û piştguhxistinê îzah nake.

Em ti carî wê qencî û başiya xelkê birêz yê bajarê Besrayê ji bîr nakin dema bi kêf û şahiyek mezin pêşwazî li Barzaniyê nemir û hevalên wî, ku ji ber xebata xwe ya li dijî zilm û zordariyê çendîn sal bûn, xwe avêtibûn ber bextê Yekitiya Sovyetê, kirin. Ji ber wê jî em hevxemî û piştevaniya xwe bo xelkê bajarê Besra nîşan didin û em hêvîdar in mafên wan bên dayîn û daxwaziyên wan bên qebûlkirin. Ew tiştên ku ew dixwazin, sadetirîn maf in ku her mirovek pêwîstî pê ye. Ez daxwaz ji xelkê birêz yê bajarê Besrayê dikim ji bona ku canê wan nekeve metirsiyê, li ser hemdê xwe û aşitiyane nerazîbûna xwe bînin ziman. Xelkê Herêma Kurdistanê jî, çi ji destê wan were, dê alîkariya xelkê bajarê Besrayê bikin.