Serrûpel Nûçe FLAŞ… PDK Fûad Hisên kir kandîdê xwe ji bo serokomariya Îraqê

FLAŞ… PDK Fûad Hisên kir kandîdê xwe ji bo serokomariya Îraqê

Belav bike

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Dr. Fûad Hisên kir kandîdê serokomariya Îraqê.

Dr. Fûad Hisên, serokê dîwana serokatiya Kurdistanê ye.

Fuad Husên kî ye?

1949 Li Xaneqîn ji dayîk bûye.

1971 Koleja Perwerdeyê li Bexdayê qedandiye û demekê li Xaneqîn mamoste bûye.

1967 Çûye Bexdayê û peywendî ligel PDKê daniye.

1974 Bûye Pêşmerge û piştî “Nisko” çûye Holanda.

1976 Peywendî ligel YNKê daniye û bûye sekreterê Yekîtiya Xwendekaran li derve.

1984ê Dest ji YNKê berdaye.

1987 Bûye Cîgirê Serokê Enstîtûya Kurd a Parîsê.

Beşdarî kongreyên Opozisyona Iraqê bûye.

2004 Vegeriya ye Iraqê û cîgirê endamekî Meclîsa Hikûm bû.

Ji 2005 heta 2017ê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.