Serrûpel Nûçe Ocalan ji zindanê derket û çû cihê nû

Ocalan ji zindanê derket û çû cihê nû

Belav bike

Endamê Şanda Îmralî ya DEM Partî Mithat Sancar ragihand ku Abdullah Ocalan li Girava Îmralî ji zindanê derbasî cihê nû bûye ku ji bo wî hatiye amadekirin.

Sancar pêşveçûnên di pêvajoya çareseriyê de, şert û mercên Abdullah Ocalan ên li Girava Îmraliyê û gavên ku divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê bên avêtin nirxandin.

Sancar got “Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê ku li Îmralî ji wî re hatiye çêkirin bû. Qebûlkirina Birêz Ocalan a ji bo derbasbûna wî cihî, pêwîstî bi lezkirina pêvajoyê heye.”

Sancar diyar kir ku hevdîtina rojnamevanan bi Ocalan re wê rê li ber spekulasyonan bigire.

Xwest Ocalan bikaribe hevdîtinên rojnamevanî pêk bîne.