Serrûpel Nûçe Rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Taybet

Rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Taybet

Belav bike

Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî ya demjimêr 18:00an de bi dawî bû. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya dendana taybet eşkere kir.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê zêdetirî 170 hezar xwediyê mafê dengdanê ne, ku piraniya wan ser bi Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û dezgeha asayişê ne.

Rêjeya beşdariyê li gor parêzgehan:

Hewlêr: %92

Silêmanî: %89

Duhok: %93

Helebce: %93

Rêjeya beşdariyê li gor navçe û nahiyeyan:

Şêxan: %96.32

Sêmêl: %95

Zaxo: %95

Germiyan: %87.5

Amêdî: %95.5

Çoman: %95

Soran: %97

Mêrgesor: %99

(Jêder: Rûdaw)