3 penaberên Kurdên rojavayê Kurdistanê duh bi şev, belema wan li deryaya Ice de binav bû û xeniqîn.
Wan penaberan dixwestin ji Tirkiyê xwe bigihînin Yunanê û ji wir jî biçin welatekî din yê Ewropa.
Nêçîrvan Ebdulhemîd Eslan, 27 salî û hevjîna wî Dinya Ebdula Osman 18 salî û xuşka wî Hingvîn ya 18 salî, duh ji Istanbulê derketibûn û berê xwe dabûn, Yunanê, di deryara Ice de ya di navbera her du welatan de, dixeniqîn.
Di wê belemê 10 kes hebûn, lê heta niha nasnameya kesên din diyar nebû ye.
3 kesên din ku ji malbata hevjîna Nêçîrvan in, dikaribûn xwe rizgar bikin.
Nêçîrvan û malbata xwe berê li başûrê Kurdistanê li kampa Fayde bûn, ew bi xwe ji Qamişlo ji gundê Tenûriyê ye, hevjîna wî jî ji Girkê Legê ye.
Niha hewl têne dayîn ku termê wan kesan bînin başûrê Kurdistanê û ji vir wan derbasî rojavayê Kurdistanê bikin.