Li Almanya li bajarê Freiburg grûpeke 15 kesî ku temenê wan di navbera 19 heta 30 salan de ne, tecawizî li keçeke keçe alman (18 salî) kirine, bergumanê yekem jî xortekî 21 salî ji bajarê Qamişlo ye û navê wî Macid e, endamên wê grûpê hemû hatine girtin.
Kesên hatine girtin, berê bi sûcê firotina eroîn û madeyên hişbir hatibûne girtin, polîs berê wan nas dikin.
Ew gencê ji Qamişlo û keça almanî li dîskoyekê hev naskirine, piştre jî li gor ku keçik dibêje, wî xortî (Macid) pêşiyê eroîn daye wê piştr jî wî xortî û hevalên xwe tecawizî wê kirine.
Rojnameya Bild ya almanî jî ligel bavê Macid hevdîtinek pêk aniye, bavê Macid ji rojnameyê re gotiye, piştî ew çûne Alamnya kurê wî bûye kesekî tundrew..
Malbata vî gencî ji sala 2014 ve li Almanya dijî.