Mehdî Zana (1940 li Farqîna Diyarbekirê – 29 tebax 2026 li Amedê koça koça dawî kir) siyasetmedarekî Kurd bû.
Di sala 1963 de dibe endamê TİP (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) û him têkoşîna çînên bindest, him jî ya gelê kurd dide. Di sala 1978î de wekî endamekê serbixwe tevlî hilbijartinên şaredariya Amedê dibe û biserdikeve. Heya rûdana destdayîna artêşa tirk a desthilatdariyê di sala 1980î serokatiya şaredariya Amedê dike. Di cûntaya 1980î de tê girtin û zîndanîkirin. Ew zêdetirî 16 salan li zîndanê de dimîne. Di pêvajoya reş a Zîndana Amedê de ew jî li wir e û rastî hemî êşkenceyên hovane û barbarî tê.
Piştî derketina wî ya ji zîndanê derdikeve derveyî welêt û çû Ewropa. Li ser daxwaza Tirkiyê Swêd û Almanya serîlêdana wî ya penaberiyê napejirînin û ew li ser xebatên parêzeran li Fransayê mafê penaberiyê werdigire. Heya sala 2004î li menfîtiyê dimîne. Vegerî Amedê lê carek din ceza lê birin. Mecbûr ma careke din bi paş ve vegerî Swêdê. Ew niha li Swêdê ye.
Mehdî Zana bi Leyla Zana re zewicîye û bavê 2 zarokan e.