Mistefayê Hisênê Kêwik, ji gundê Qertmitlixê ye yê ser bi Efrînê ve, piştî êrîşa li ser Efrînê, koçberî Tirkiyê dibe, ji wir jî diçe cem kurê xwe Esker li Romanya, lê sebra wî li Romanya nayê, ew bêriya Efrînê dike, her mehekê du mehan carekê wê ji Romanya biçe Tirkyê, li aliyê din yê sînor, wê li gundê xwe temaşe bike, bêhna xwe veke, sebra xwe bi dîtina gundê xwe bîne û wê dîsa vegere Romanya.