Serrûpel Nûçe Rojnamevan Înayat Dîko tehdîd dikin

Rojnamevan Înayat Dîko tehdîd dikin

Belav bike

Civaknas Dr. Mihemed Zeyno li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku rojnamevan û nivîskar Înayat Dîko tê tehdîdkirin.

Înayat Dîko, di heman demê de karîkaturîste, li Almanya dimîne û hemwelatiyê Almanya ye.

Zeyno wiha nivîsandiye:

Birader û dostê min Inayet Diko Hannen di van rojan de tûşî hêrişeke qirêj û gemar tê.
Hêrişker daxweza rawestana pênûsa wî dikin.
Ew pênûs / çeka wî bi tenê ye.
Ji bilî wê çi çek li ba kekê Inayet tune ye.
Wek em di malpera wî dixwînin , ew behsa kesayetiyan nakê, sixêf û gotinên pîs bo çi kesan nakê.
Ew bîr û bîrçúnên xwe li ser dîwarê malpera xwe tomar dike , mîna her Kesî.
Dibe ku ew bîrçûn ne li gor xeyal û bala hinan bin.
Dibe ku nivîsên wî ne bi zewqa hinan bin.
Dibe ku hevok û têgehên wî ne li gor rîtma gihên hinan bin.
Lê tekez ew ne li dijî çi kesa ye.
Lê tekez ew ne li dijî çi aliya ye.
Lê tekez ew ne li dijî gelê xwe ye.
Li gor ez vî camêrî dinas im li dirêjiya 23 sala ye, bi qasî misqalekî nifret di dilê wî tune ye.
Inayet Diko Hannen.