Çalakvana Kurd Nûjîn Mistefa li Spanya ye û mîvana taximê Fotbulê Barşelona ye.
Nûjîn, li Barçelona j ialiyê lîstikvanên Barçelona yên navdar Messî, Pîkê, Siwarêz, Vîdal û Kotînyo û Elba ve hate pêşwazîkirin.
Nûjîn endameke Kluba barşelona ye û beşdxarî çalakiyên wê dibe û her cara ku tê dawetkirin, pir bi germî pêşwaziya wê dikin.
Nûjîn Mistefa, ji Kobanî ye, xwedan pêdawîstiyên taybet e, û di sala 2014 de, dema ku temenê wê 16 sal bûn, koçber bûbû, bi wê tenduristiya xwe ya xerab, 5600 kîlometre qut kiribûn û xwe gihandibû Almanya..
Wê ligel nivîskara brîtanî Krîstîna Lamp, serpêhatiya xwe kiriye pirtûk û bi 9 zimanan li 13 welatan hatiye çapkirin.